Li Hatayê li cihê negucav wê avahî bê lêkirin
Şaredariya li navçeya Samandag a Hatayê, plana avahîdanînê ya ku beriya erdheja 6'ê Sibatê amade kiribû, bêyî ku guhertinekê tê de çêbike careke din pêşkêş kir.
Şaredariya li navçeya Samandag a Hatayê, plana avahîdanînê ya ku beriya erdheja 6'ê Sibatê amade kiribû, bêyî ku guhertinekê tê de çêbike careke din pêşkêş kir.
Di ser erdhejê 6 û 20'ê Sibatê yên li Mereş û Hatayê 5 meh derbas bûn. Hîn jî gelek pirsgirêk û kêmasiyên ji ber erdhejê dewam dikin. Hin planên lêkirina avahiyan ên beriya erdhejê hatibûn amadekirin, bi heman rengî bêyî ku guhertinek tê de bê çêkirin jinûve hatin pêşkêşkirin. Ev yek bû sedema nerazîbûnan, di heman demê de raxist pêş çavan bê tedbîrên li hemberî erdhejê têne wergirtin çiqasî lawaz in.
Li Hatayê ku erdhejê bandoreke giran lê kir, planeke avahîdanînê ya beriya erdhejê hatibû amadekirin bêyî ku guhertinek tê de bê çêkirin ji aliyê Şaredariya Samandagê ve careke din hate pêşkêşkirin. Ji Koma Karên Bajêr a Ûmût-Senê Plansazê Bajêr Ramazan Orûç mijar ji ANF'ê re nirxand û têkildarî plan got, "Ev plana ku beriya erdhejê bêyî şert û mercên erdhejê bê nirxandin hatibû amadekirin, ti guhertin tê nehate kirin û jinûve xistin meriyetê. Ev yek skandaleke mezin e. Şaredariyê bi vê nêzîkatiya xwe ragihand ku ti ders ji şaşitiyên xwe yên beriya erdhejê wernegirtiye. Beriya niha li Şaredariya Skenderûnê jî kiryareke bi heman rengî hebû, di raporên têkildarî vê planê de bi ti awayî qala erdhejên 2023'an nehatiye kirin. Tevî ku navçe di asta yekemîn de herêma erdhejê ye, asta ava binê erdê ya navçeyê bilind e û rîska avê lê heye' tê dîtin ku ev qada ji çêkirina avahiyan re ne guncav e ji bo avahîdanînê hatiye pêşkêşkirin."
Orûç destnîşan kir ku di vê planê de gelek kêmasî hene û bi vî rengî bajarên li hemberî erdhejê nikarin bêne çêkirin.