ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît muxalefeta li Tirkiyeyê rexne kir û got, "Dema ku mijar pirsgirêka Kurd, pirsgirêka azadî û hebûnê ya Kurdan be, ji AKP'ê xerabtir dibin."

- Rojnamevan Sînan Aygul bal kişand ser zor û zehmetiyên rojnamegeriya li Tirkiye û Kurdistanê û got, "Mixabin ev welat ji bo rojnamevanan bûye mîna dojehê."

- Bandora neyînî ya krîza aboriyê ya li ser mirovan dewam dike. Dikandarên li Wanê ji ber krîzê nema dikarin kar bikin. Şêniyên bajêr jî ji ber xizanî û bêkariyê nikarin nan bibe mala xwe.

- Şaredariya li navçeya Samandag a Hatayê, plana avahîdanînê ya beriya erdheja 6'ê Sibatê amade kiribû, bêyî ku guhertinekê tê de çêbike careke din pêşkêş kir.

- Înşaeta li Newala Qesaba tevî nerazîbûna xelkê Sêrtê û rêxistinên civakî yên sivîl dewam dike.