Girtî Ecer: Li Girtîgeha Espiyeyê pêkanînên dijmirovî hene

Girtî Abdullah Ecer bi rêya xizmên xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Espiyeyê ragihandin û got: “Li girtîgehê pêkanînên dijmirovî hene.”

Girtî Abdullah Ecer (52) ê di Girtîgeha Espiye ya Gîresûn a Tîpa L'yê de, di hevdîtina bi malbatê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Ecer, bi rêya hevjîna xwe Neval Ecerê ragihand ku li girtîgehê gelek girtiyên înfaza xwe temam kirine hene, lê ji ber ferzkirina "poşmanîtiyê" nayên berdan.

Ecer diyar kir ku li girtîgehê pêkanînên kêfî hene û got ku di dema sewqên nexweşxaneyê de rastî lêgerîna li hundirê dev tên. Ecer ragihand ku semawerên wan ên çayê jî nayên dayîn û got: "Li vir pêkanînên dijmirovî hene. Em dixwazin şandeyeke mafên mirovan wer muameleyên li vir bişopîne."