Li gorî ENAG’ê enflasyona li Tirkiyeyê 108,58
Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) diyar kir ku enflasyona li Tirkiyeyê 108,58 e. TUÎK’ê jî îddîa kiribû ku enflasyona salane daketiye ji sedî 38,21.
Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) diyar kir ku enflasyona li Tirkiyeyê 108,58 e. TUÎK’ê jî îddîa kiribû ku enflasyona salane daketiye ji sedî 38,21.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) rêjeya enflasyonê ya mehane, nîvsalane û salane eşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK'ê parve kir, enflasyona meha Hezîranê bû 3,92, enflasyona 6 mehan bû 19,77, enflasyona salane jî bû 38,21. Li gorî TUÎK'ê enflasyon di 18 mehên dawî de di asta herî kêm de ye.
Lê belê nakokiya di navbera daneyên TUÎK'ê û daneyên Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) a ku ji aliyê akademîsyen û aborînasan ve bi awayekî serbixwe hatiye avakirin û di 3'ê Tîrmehê daneyên ku parvekirin balê dikişîne.
Li gorî daneyên ENAG'ê di meha Hezîranê de enflasyon bû 8,54, enflasyona 6 mehan ji sedî 50,53, enflasyona salane jî bû ji sedî 108,58.