Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê du sal û çar meh in agahî nayê wergirtin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol, ji bo karibin muwekîlên xwe yên tecrîdkirî Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatên girtiyên li Îmraliyê ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve nikarin agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin.