Xebatkarên rêze marketan ji ber ku pênaseyeke xwe ya kar nîne neçar têne hiştin ku her karî bikin û piraniya wan jî bi mûçeyekî kêmî mûçeyê kêmtirîn têne xebitandin.
Karkerên firoşgeh û marketan di sala 2020'î de li nava Sendîkaya Karkeran a Firoşgeh û Marketan (Magaza-Market-Sen) de dest bi rêxistinbûnê kirin. Rêveberê Magaza-Market-Senê Nebîl Sarikaya têkildarî pirsgirêkên karkerên marketê û xebatên sendîkayê ji ANF'ê re axivî.
Sarikaya diyar kir ku ji bo dengê karkeran bilind bikin wan sendîka ava kirine û got, "Çîna karker ne tenê li febrîqe û kargehan, di nava me de jî heye, divê ew neyên jibîrkirin. Li her kolanekê, li her taxekê her roj hejmara rêze marketan zêde dibe. Li wan marketan kedkar dixebitin. Armanc ji avabûna sendîkaya me ew e ku neheqiya li wan karker û kedkaran tê kirin bîne ziman û têkoşîneke rêxistinî bimeşîne."
Sarikaya diyar kir ku pênaseyek ji bo karkerên marketan nîne, lewma ji paqijiyê heta bi bicihkirina alavan, ji qaseyê heta bi rêveberiya firoşgehê neçar dimînin di her karî de bixebitin û got, ji ber hêrs û daxwaza patronan a ji bo qezenca zêde, li market û firoşgehan kar bi hejmareke kêm a karkeran tê meşandin. Sarikaya got, "Ji karên li firoşgehê hemûyan berpirsyar têne dîtin. Patron hejmara karkerên li firoşgehan kêm dikin û bi vî rengî jî qezenca xwe zêde dikin. Li marketan ku ti kontrol nîne, ewlehiya jiyana karkeran jî nîne. Karker bi zorê neçar têne hiştin ku hîn zêdetir bixebitin û bi ti awayî heqê wan nayê dayin. Mafê wan ê xwarinê û bêhndanê bi rêk û pêk nayê dayin. Karker bi çoyê bêkariyê ji mûçeyê kêmtirîn re neçar têne hiştin."
JI BO MEZINKIRINA TÊKOŞÎNA RÊXISTINÎ
Sarikaya destnîşan kir ku sîstema karker di nav de ne sîstemeke koletiyê ye, mafê xwe yê jiyanê jî nayê parastin û têkildarî karên sendîkayê got, "Em hewl didin ku têkoşîna rêxistinî ya karkerên marketê mezin bikin. Em dikin ku di nava têkoşînê de mafên xwe yên gotin, erk û biryarê bi kar bînin. Beriya niha bi salekê karkerên ku mûçeyê kêmtirîn ê li marketên ŞOK'ê qebûl nekirin, xwe di nava sendîkaya me de bi rêxistin kiribûn. Di encama têkoşînê de patronan paşve gav avêtin û mûçe zêde kiribûn."
PIRSGIRÊK JÎ TÊKOŞÎN JÎ HEVPAR E
Sarikaya ragihand ku hem li rêze marketan hem jî li firoşgehan pirsgirêk hevpar e, têkoşîna li dijî vê jî hevpar e û got, "Divê ji bo çîna karker derfetên aramî û şert û mercên baş hebin. Em ji bo vê têdikoşin. Karker hemû ji bo vê têdikoşin. Sendîkabûyîn, têkoşîna rêxistinbûyî ji bo me nebe nabe. Ji ber vê jî em bang li karkerên market û firoşgehan hemûyan dikin ku bibin endamê Magaza-Market-Senê. Em ê vê têkoşînê bi hev re mezin bikin. Em ê vê sîstema mêtingeriyê bi hev re biguherînin."