Şahidê hovîtiya li zindana Amedê Mehmet Çat jiyana xwe ji dest da
Mexdûr û şahidê hovîtiya li Girtîgeha Hejmara 5 a Amedê Mehmet Çat ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da.
Mexdûr û şahidê hovîtiya li Girtîgeha Hejmara 5 a Amedê Mehmet Çat ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Çat, piştî darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlona 1980'î hatibû girtin. Çat ku xistin Girtîgeha bi Hejmara 5 a Amedê, li vê derê êşkence û kiryarên li derveyî mirovahiyê lê hatibû kirin.
Çat li Mersînê li nexweşxaneyê ji ber nexweşiya dil di 67 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Çat, piştî ku ji aliyê rêveberiya darbekar ve hate girtin ji aliyê dadgeha leşkerî ve bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê hatibû darizandin.
Yek ji wan kesan bû ku êşkenceya li derveyî mirovahiyê ya êşkencekar Esat Oktay Yildiran dîtibû.
Li girtîgehê gelek nexweşî lê der bûbû. Di sala 1995'an de hatibû berdan.
Girtiyê berê ku teşhîsa kansera pişikê lê hatibû danîn, herî dawî ji dilê xwe emeliyat bûbû.
Cenazeyê Çat wê li Goristana Karadûvar a Mersînê bê veşartin.