Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê: Piraniya binpêkirinên li dijî rojnamevanan, li Hewlêrê pêk hatine

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ragihand ku di şeş mehên vê salê de 80 rojnamevan rastî binpêkiririnan hatine û 22 rojnamevan hatine girtin.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê derbarê binpêkirinên şeş mehên destpêkê yên sala 2023’an raporek weşand û ragihand ku di şeş mehên îsal de 80 rojnamevanan 41 caran rasti binpêkirinê hatine.

Sendîkayê wiha got: “Sûcên binpêkirinê, gef, girtin, astengkirina şopandinê û lêdan li dijî rojnamevanan hatiye kirin û 22 rojnamevan hatine girtin.”

Li gorî raporê piraniya binpêkirinan li Hewlêrê, Duhokê, Silêmaniyê û Helebceyê hatine kirin.