Partiya Çepên Kesk: Em li dijî feraseta Qetlîama Sêwasê bên ba hev
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ku têkildarê Qetlîama Sêwasê li meclîsê daxuyanî da, diyar kir ku sûcbara qetlîamê dewlet e û got: “Divê em bên ba hev û têbikoşin.”
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ku têkildarê Qetlîama Sêwasê li meclîsê daxuyanî da, diyar kir ku sûcbara qetlîamê dewlet e û got: “Divê em bên ba hev û têbikoşin.”
Parlamenterên Partiya Çepên Kesk, li ser Qetlîama Sêwasê li meclîsê daxuyanî da. Parlamenterê Stenbolê Celal Firat, diyar kir ku dewleta Qetlîama Sêwasê dike navgîn ji siyasetê re û ji bo motîvekirina hişmendiya paşverû, êşa Elewiyan bi kar tîne.
‘JI BO TÊKOŞÎNÊ DIVÊ EM WERIN BA HEV’
Firat, bi domdarî anî ziman ku Qetlîama Madimakê, dewama Qetlîma Çorûmê û ya Mereşê ye û wiha axivî: “Bi kêmahî be ji bo danîna êşa malbatan, divê lêkolîn bê kirin da ku berpirsên esil bên dîtin. Em Partiya Çepên Kesk, ji bo qetlîamên wiha cardin çênebin, em ê têbikoşin. Bikevin wê hewilê ku bîra civakî zindî bimîne. Me navê ku em ji xwe re li xelaskeran. Divê em bên ba hev û têbikoşin.”