Cenazeyê Halîde Dundar hat veşartin
Rêvebera DDKAD’ê Halîde Dundar ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li Amedê hat veşartin.
Rêvebera DDKAD’ê Halîde Dundar ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li Amedê hat veşartin.
Rêvebera Komeleya Jinên Şoreşger û Demokratîk (DDKD) Halîde Dundar di 61 saliya xwe de 3’yê Tîrmehê li Stenbolê li nexweşxaneyekê ku dihat tedawîkirin, ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Dundar ji Stenbolê anîn Amedê. Ji bo cenazeyê Dundar li Goristana Yenîkoya Amedê merasîm hat lidarxistin.
Ferdên malbata Dundar, hevalên wê yên têkoşînê, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, Egîtîm Sen, Platforma Jinên Kurd, TMMOB, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel tevlî merasîmê bûn.
Piştî wecîbeyên olî jinan darbesta Dundar hilda ser milan û bi tîliliyan li goristanê veşartin. Di merasîmê de gelek kes xemgîn bûn.
Piştî veşartina cenaze hevala têkoşînê ya Dundar, Rahîme Kesîcî axaftinek kurt kir û bi bîr xist ku ew ji sala 1974’an vir ve Dundar nas dike û 48 sal e ew hevalên hev ên zarokatiyê û têkoşînê ne û got: “Bijî têkoşera jinên Kurd.”
Hevala têkoşînê ya Dundar, Methiye Azbay jî bal kişand ser têkoşîna Dundar û got: “Halîde jinek têkoşer bû. Halîde mirova demên zehmet bû. Jiyana wê her tim têkoşîn, kêf û henek bû.” Azbay diyar kir ku dozên derbarê Dundar de hatine vekirin hê jî berdewam dikin.
Şîna Dundar dê li Mala Şînê ya Licêyan bê dayîn.