Polîsên Iraqê li ciwanekî Êzidî xistin
Li Nehiya Tilezêr a ser bi Şengalê, 3 polisên Iraqê li ciwanekî xistin.
Li Nehiya Tilezêr a ser bi Şengalê, 3 polisên Iraqê li ciwanekî xistin.
Beriya hefteyekê li nehiya Tilezêr a Şengalê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve navenda çêkirina kartên Niştimanî hate vekirin. Di nava van rojan de hejmareke zêde yên ji xelkê Nehiyê serdana vê navendê dikin û qerebalixiyeke mezin li ber derê avahiyê çêdibe. Îro danê sibehê di dema dorê de, polîsên ku karê wan parastina navendê e, bi awayekî hovane bi daran li ciwanekî xistin.
Ev kêlî ji aliyê welatiyekî ve hate qeydkirin û li ser medyaya dîjîtal hate belavkirin. Di dîmenan de tê dîtin ku sê polîs li ciwanekî dixin.
Li gor agahiyên ji Tilezêr hatine stendin, ew ciwan di dema dorê de xwestiye derbarê meseleyekê pirsan ji polîsan bike lê polîsan êrîşî ciwan kirine.
Heta niha ti saziyeke berpirsiyar, li ser mijarê daxuyanî nedane.