ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
KCD: Divê hêzên demokrasiyê dengê xwe ji tecrîdê re bikin
KCD’ê, bertek nîşan da ku çima 28 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got: ‘’Partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û hêzên demokrasiyê, divê li dijî tecrîdê helwest nîşan bidin.’’ -
Merdana Yanardag ê ku tecrîda Îmraliyê rexne kir, hat destgîrkirin
Gerînendeyê Giştî yê Tele1’ê Merdan Yanardag ji ber ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rexne kir, hat destgîrkirin. -
Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê êşkenceya li Îmraliyê bi dawî bibe -HATE NÛKIRIN
Buroya Hiqûqê ya Asrinê derbarê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û got “Divê agahînestendin û êşkence biqede.” -
ÎHD û TÎHV: Tecrîda Îmraliyê di nava civakê de dibe sedema fikarên cidî
Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava civakê de dibe sedema fikarên ciddî. -
Însiyatîfa Jinên Tolhildêr bi çalakiyan Zîlan bi bîr anî
Însiyatîfa Jinên Tolhildêr di salvegera şehadeta Zîlanê de li Mêrsîn, Balikesîr, Konya û Aydinê li dijî faşîstan çalakî lidar xistin. -
Li girtîgehan 83 cînayet, di dema destgîrkirinê de êşkence li 4275 kesan hate kirin
TÎHV, ÎHD û TTB’ê ragihand ku di sala 2022’an de li girtîgehan 83 mirinên bi guman çêbûne û li cihên destgîrkirinê jî êşkence û miameleya xerab li 4 hezar û 275 kesan hatiye kirin. -
Yardim: Fatûre li kedkaran tê birîn
Sekretera Jinê ya Navendî ya Egîtîm-Senê Sîmge Yardim diyar kir ku ji ber lêçûnên bêkontrol ên desthilatdariyê û polîtîkayên aboriyê yên şaş, fatûreya krîzê li kedkaran tê birîn. -
Rêxistina sûc a dewleta Tirk: Cerdevanî
Dewleta Tirk cerdevanî li dijî Kurdan weke rêxistineke sûc bi kar anî û hîn jî bi kar tîne. Ji komkujiyê heta bi bazirganiya narkotîk, êşkence û destavêtinê gelek sûc bi cerdevanan da kirin û dewlet-dadgeriya Tirk jî xwedî li van sûcan derketin. -
ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê, êşa me kêm nabe
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên sala 2018’an li Rihayê hatin qetilkirin Nobeta Edaletê didomîne, diyar kir ku heta ku edalet pêk neyê, êşa wan kêm nabe. -
DBP'ê Kongreya xwe ya Awarte ya 5'emîn lidar xist
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kongreya xwe ya Awarte ya 5'emîn li Enqereyê lidar xist. Di kongreyê de Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir careke din bûn hevserokên partiyê. -
Milîsên Sema Yuce yên HBDH'ê li Stenbolê çalakiya sabotajê kirin
Milîsên Sema Yuce yên HBDH'ê ragihand ku li Stenbolê li dijî faşîstekî 'çalakiya sabotajê', li Îzmîr û Sêwasê jî çalakiya nivîsandinê kirine. -
Pîroglû: Bi xurtkirina HDP'ê dawî li tarîtiyê dikare bê anîn
Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Mûsa Pîroglû got: “Divê her kes vê yekê bizane; xurtbûna HDP’ê tê wateya xurtbûna têkoşîna demokratîk.” -
ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bibîranîna Qetlîama Madimakê hat kirin
Di bibîranîna Qetliama Madimakê de ku li Mamakê hat kirin, wiha hat gotin: ‘’Hûn ê bi kujerên ku we xistine meclisê re rû bi bû bibin û hesab bidin.’’ -
Di navbera çete û hikûmeta Şamê de pevçûn qewimî: 4 leşkerên Şamê hatin kuştin
Li Helebê di pevçûna navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û leşkerên hikûmeta Şamê de 1, ji ber teqîna depoya çekan ya li herêma Hesya ya başûrê Humsê jî 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin. -
Li 3 bajaran ji bo Kayayê ji sedî 93 astengdar e, çalakî hate lidarxistin
Li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyê nexweş Abdulalîm Kaya yê ku ji sedî 93 astengdar e, çalakî hate lidarxistin. -
Xizmên windayan ji bo Yuce û Tekîn kom bûn
ÎHD û Xizmên Windayan ji bo Ramazan Yuce û Ahmet Tekîn ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, kom bûn. -
Kongreya TÛAY-DER’ê hat lidarxistin: Divê em li dijî tecrîdê rabin ser piyan
TÛAY-DER’ê di kongreya xwe ya duyemîn de nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got: “Divê yekane rojeva me tecrîd be û divê em rabin ser piyan.” -
Dayikên Şemiyê dîsa hatin destgîrkirin
Dema Dayikên Şemiyê xwestin biçin Qada Galatasarayê, polîsan ew destgîr kirin. -
Li Dîlokê qeza çêbû: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di qezaya ku li navçeya Şehîtkamil a Dîlokê pêk hat de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû. -
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî banga çalakiya lezgîn kir
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo 7 Kurdên ku bi hinceta beşdarî serhildan 'Jin, Jiyan, Azadî' bûne cezayê darvekirinê li wan hatine birîn, bang kir. -
Dag û Er a li dijî zextên PDK’ê 38 roj in di greva birçîbûnê de ne
Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, li hemberî zexta lixwekirina cilên yekrengî û mialemeya xerab, 38 roj in di greva birçîbûnê de ne. -
Xizaniya li Kuçuk Pazar a Stenbolê zêde dibe
Xizaniya li Stenbolê bi taybetî li hinek tax û semtan zêde dibe. Kuçuk Pazar jî cihekî wisa ye.