ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê wê werin şopandin.
- Komîteya Rêveber a PKK'ê endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê û Komîteya Navendî ya PKK'ê Diyar Xerîb (Helmet) di salvegera 4'an de bi bîr anî.
- Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Çiya got, "Çawa ku hevala Zîlan xwe kir goga ji agir û li dilê dijmin xist, weke şopdarê wê em ê jî têkoşîna xwe heta dilopa xwe ya dawî dewam bikin û bibin şopdara çirûska wê."
- Dewleta Tirk cerdevanî li dijî Kurdan weke rêxistineke sûc bi kar anî û hîn jî bi kar tîne. Ji komkujiyê heta bi bazirganiya narkotîk, êşkence û destavêtinê gelek sûc bi cerdevanan da kirin û dewlet-dadgeriya Tirk jî xwedî li van sûcan derketin.
- Ji bo Cejna Qurbanê demeke kurt ma. Lê belê sewalkarên li Wanê gazinan dikin ku nikarin heywanên xwe bifiroşin.