ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî êrîşan wê bêne şopandin.

- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî, ku di 29'ê hezîrana 1925'an de hatin darvekirin û got, "Em soza xwe dubare dikin ku dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin û têkoşîna wan bi ser bixînin."

- Gerîlayê HPG'ê Azad Tolhildan, Zeynep Kinaci ya bi çalakiya fedaî bû sembol bi bîr anî û got, "Çalakiya xwe bi îradeyeke mezin, bawerî û biryardariyê kir. Em jî îro li çiyayên Kurdistanê li ser xeta şehîd Zîlan têdikoşin."

- Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Qurbanê ya Misilmanan pîroz kir û bang li gelan kir, ku li dijî dewleta Tirk a qirker û înkarker bi rêxistinî têbikoşin.