Pîroglû: Bi xurtkirina HDP'ê dawî li tarîtiyê dikare bê anîn

Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Mûsa Pîroglû got: “Divê her kes vê yekê bizane; xurtbûna HDP’ê tê wateya xurtbûna têkoşîna demokratîk.”

Têkildarî êrîşên li ser HDP’ê û demû nû ya Partiya Çepên Kesk, endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Mûsa Pîroglû ji ANF’ê re axivî.

Pîroglû diyar kir ku HDP negihişt armanca xwe û vê yekê jî pêvajoya nîqaşê da destpêkirin û got: “Du astên vê pêvajoya nîqaşê hene. Yek, rasterast pêvajoya hilbijartinê, taktîk, tifaq û pêvajoyek a nîqaşê ya têkildarî rêveberiya hilbijartinê. Partiyê bi saziyên xwe re pêvajoyek a rexne û rexnedayînê da destpêkirin. Ev demeke dirêj e ji demê şewbê û vir ve, em ji paradîgmaya bingehîn a ku jê re civakbûna gel tê gotin, qut bûn. Ev qutbûn dema ku li aliyekî bi êrîşên dewletê re û li aliyê din bi tercîhên me yên siyasî re bû yek, bû sedem ku di nava partiyê de têkîliyekî jor ber bi jêr çêbibe. Ev tarzê siyasetê ku li dora rêxistinên bajêr, navçe û navenda giştî şêwe girtin hem di nava partiyê de burokrasî xurt kir hem jî rêyên tevlîbûna partiyê asteng kir û qepat kir, partî ji tabanê xwe qut bû. Ev qutbûn bi demê re hinek pirsgirêk bi xwe re anîn.”

Pîroglû destnîşan kir ku rexneyên li hemberî HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ji aliyê partiyê ve hatin qebûlkirin û got: “Her du partiyan jî têkildarî qada civakî siyaseta xwe pir teng kir. Sekna wê ya têkildarî refa karkeran, hema bibêje hat rewşa nediyarbûnê, sekna wê ya têkildarî xizaniyê hema bibêje hat rewşa nediyarbûnê. Partî kişandin ji dervey têkoşîna civakî û vê yekê li cihê ku em jê re dibêjin stratejiya rêya sêyemîn, xwe diyar kir.”

‘HDP HEWL DIDE KU TIFAQÊN BERFIREH AVA BIKE’

Pîroglû diyar kir ku HDP berhemekî tercîhek stratejîk e û anî ziman ku sedemê vê tercîhê jî demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û têkoşîna hevpar a Tevgera Azadiyê ya Kurd û Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê û hêzên ked û demokrasiyê ya Tirkiyeyê û gelê Kurd e.

Pîroglû ragihand ku HDP partiyekî sêwanê ye, lê paradîgmaya ku HDP’ê xwe pal dayiyê, çêkerên ji dervey HDP’ê jî di nav de avakirina tifaqên herî berfireh e, HDP ji bo vê yekê hewl dide û ev tişt got: “Stratejiya HDP’ê ne tifaqekî hilbijartinê ye, hewldana avakirina yekîtiya têkoşînekî ye. Tişta ku pêwistiya welêt pê heye jî tam ev e. Dema ku Tifaqa Ked û Azadiyê hatî avakirin tişta ku me xwestî, avakirina yekîtiya têkoşînekî bû û me xwest mudaxeleyî pirsgirêkên welêt bikin. Lê me ev yek bi ser nexist û hesabên cuda ketin dewrê. Di encamê de jî bû sedem ku pêvajoya xisarê bigire.”

‘RAWESTANDINA TARÎTIYÊ BI XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ PÊKAN E’

Pîroglû bilêv kir ku civînên gel girîng in û wiha got: “Girîng e ku tabanê pariyê mudaxeleyî pêvajoya partiyê bike, xwedî lê derbikeve û bi rengekî hîn xurttir rabe ser piyan. Rawestandina tarîtiyê û pêşiya welêt vekirin bi xurtkirina stratejiyên hevpar ên ku di şexsê HDP’ê de tên tarîfkirin, pêkan e. divê her kes vê bizane, xurtbûna HDP’ê tê wateya xurtbûna têkoşîna demokratîk.”