Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di navbera çeteyên ′Fetih El Mubîn′ û leşkerên hikumeta Şamê li derdora projeyên li Sehil El Xab û derdora Kebanê ya li Cebel El Ekrad a bakurê Laziqiyê de şer û pevçûn çêbûn.
Girêdayî mijarê, çeteyên ′Tehrîr El Şam′ li derdora Foca 46′an a li rojavayê Helebê leşkerekî hikumeta Şamê kir hedef û kuşt. Di heman demê de leşkerên hikumeta Şamê bi çekên giran derdora Bezabor a çiyayê Erebeîn, gundên Fitêre, Filêfil û Sifohin ên çiyayê Zawiyê li başûrê Îdlibê de topbaran kirin.
Her wiha ji ber teqîna depoya çekan li herêma Hesya ya başûrê Humsê serbazek û 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin. Lê heta niha sedema teqînê ne diyar e.