DBP'ê Kongreya xwe ya Awarte ya 5'emîn lidar xist
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kongreya xwe ya Awarte ya 5'emîn li Enqereyê lidar xist. Di kongreyê de Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir careke din bûn hevserokên partiyê.
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kongreya xwe ya Awarte ya 5'emîn li Enqereyê lidar xist. Di kongreyê de Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir careke din bûn hevserokên partiyê.
Kongreya Awarte ya 5'emîn li Navenda Bazirganiya Cîhanê ya li Enqereyê hat lidar xistin.
Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Dayikên Aştiyê û saziyên sivîl jî beşdarî kongreyê bûn.
Li salona kongreyê pankartên bi nivîsa "Ciwanên Kurd pêşengên Ronesansa Rojhilata Navîn in" û "Hûn hilweşînin em ê weke jin jinûve ava bikin" bal kişand.
Seroka dîwana kongreyê Bedriye Yorgûn diyar kir ku têkoşîn tenê pêvajoyên hilbijartinê nîne û bal kişand ser girîngiya rexnedayînên ji bo kêmasiyên di hilbijartinê de.
Yorgûn bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku saziyên navneteweyî tecrîda mutleq rewa dikin û got ku li gorî wê tevdigerin.
Yorgûn got, "Li Îmraliyê sîstemek heye ku li tu derê cîhanê nehatiye dîtin. Divê were zanîn ku ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan divê em têkoşînê mezin bikin."
Wekîla Hevseroka Giştî ya DBP'ê Zekiye Îlbasan jî anî ziman ku di dema pêş de avakirina polîtîkaya rêya sêyemîn pêwîst e.
Wekîlê Hevserokên Giştî Farûk Tatlî jî li aliyê din diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandorê li ser hemû gelên Rojhilata Navîn dike û destnîşan kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû bi gotina, "Bêedaletî û neheqî bi dawî nabin. Divê em li dijî vê rewşê bihêvî û bi dilê xwe têbikoşin û rêya xwe bidomînin. Tevî hemû encaman jî em ê tişta zehmet bi ser bixin û aştiyê bînin van xakan. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, aştî û demokrasî nayê vî welatî.”
Piştî axaftinan bi pêşniyara delegeyan Komîsyona Biryarê hat avakirin û rapora salekê hat xwendin.
Beşek ji delegeyan pêşniyar kirin ku Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ku 24’ê Hezîranê roja Şemiyê ji Partiya Çepên Kesk îstifa kiribûn, careke din bibin hevserokên giştî yên partiyê.
Ev pêşniyar bi piraniya dengan hate qebûlkirin. Bi vî awayî Aydenîz û Keskîn ji bo hevserokatiya DBP'ê careke din hatin hilbijartin.