Yardim: Fatûre li kedkaran tê birîn
Sekretera Jinê ya Navendî ya Egîtîm-Senê Sîmge Yardim diyar kir ku ji ber lêçûnên bêkontrol ên desthilatdariyê û polîtîkayên aboriyê yên şaş, fatûreya krîzê li kedkaran tê birîn.
Sekretera Jinê ya Navendî ya Egîtîm-Senê Sîmge Yardim diyar kir ku ji ber lêçûnên bêkontrol ên desthilatdariyê û polîtîkayên aboriyê yên şaş, fatûreya krîzê li kedkaran tê birîn.
Sekretera Jinê ya Navendî ya Egîtîm-Senê Sîmge Yardim rexne kir ku paşeroja kedkarên cemaweriyê bi sozên li hilbijartinê tê girêdan û got, "Budçeya ji bo şer tê veqetandin timî zêde dibe. Lê belê kedkar ji nedîtî ve tên."
Yardim ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku ji ber şêweyên rêveberiyê û polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariyê, krîzeke giran a aboriyê heye û destnîşan kir ku rêya ji bo rizgariya ji krîzê hatiye destnîşankirin, krîz girantir kiriye. Yardim got, "Mûçeyê kedkarekî cemaweriyê yê herî kêm niha di asta mûçeyê kêmtirîn de ye û mûçeyê kêmtirîn veguheriye mûçeyekî giştî. Bi taybetî li metropolan stargeh, çûn û hatin, xwarin ji bo kedkarên cemaweriyê veguheriye pirsgirêkeke cidî. Pêvajoya krîzê ya piralî jî piştî hilbijartinê bi rengekî giran dewam dike."
Yardim diyar kir, ku kedkarên cemaweriyê neçarî mûçeyekî di asta birçîbûnê de hatine hiştin.
Sîmge Yardim anî ziman ku budçeya ji bo şer û sermayeyê tê veqetandin zêde dibe, lê belê kedkar her roj hîn bêhtir xizan dibin, berpirsyarê vê yekê jî desthilatdarî ye û got, "Divê ji kedkarên cemaweriyê re alîkariya civakî bê kirin û mûçe di ser 35 hezar TL'yî de bê dayin. Hevdîtinên li ser sala 2024'an divê li ser sala 2025'an jî bin."
Yardim destnîşan kir ku ji bo bidestxistina mafê xwe ew ê têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî bilind bikin.