ÎHD û TÎHV: Tecrîda Îmraliyê di nava civakê de dibe sedema fikarên cidî
Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava civakê de dibe sedema fikarên ciddî.
Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava civakê de dibe sedema fikarên ciddî.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê, bi boneya 26’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Êşkenceyê û Piştevaniya bi Kesên Rastî Êşkenceyê hatin de li pêşiya avahiya ÎHD’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “26’ê Hezîranê roja têkoşîna li dijî êşkenceyê û û piştevaniya kesên rastî êşkenceyê hatine, dinyayeke bêêşkence pêkan e” hatibû vekirin. Her wiha beşdaran dovîzên “Bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc”, “Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe” û “Mirov bi mafên xwe mirov e” hatibûn vekirin.
Li gel parastvanên mafan, her wiha Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça Cupolo jî tevlî daxuyaniyê bû.
Daxuyanî, ji hêla Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe ve hate xwendin. Efe, da zanîn ku ev roj ji bo parastvanên mafên mirovan rojeke girîng e û wiha pêde çû: “Di peymanan de êşkence bi awayekî vekirî hatiye destnîşankirin. Tevî vê yekê jî li gelek welatan li dijî civakan polîtîkayên cezakirinê û tepisandinê yên dermirovî tên meşandin. Tirkiyeyê jî peyman di sala 1988’an de mohr kir. Tevî vê yekê jî êşkence hêj didome. Polîs, di çalakiyên aştiyane de êrîşî welatiyan dike, êşkenceyê li wan dikin û miameleyeke xerab lê dikin. Êrîşên li dijî Dayikên Şemiyê, jin û hwd. çendek mînakên vê ne.”
Bi domdarî Efe destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û wiha got: “Weke ku di raporên CPT’ê de jî hatiye destnîşankirin, îzolasyona li Girtîgeha Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikarên mezin vedike.”
Efe, got ku muxatabê ewil ê êşkenceyê dewlet e û daxwazên parastvanên mafên mirovan wiha rêz kir:
“* Yek ji sedemên bingehîn a êşkenceya li welatê me, çanda cezanekirinê ye. Divê beriya her tiştî ev polîtîkaya cezanekirinê were bidawîkirin.
* Hemû rayedar pesnê êşkence û êşkencekaran didin, divê dev ji van gotinan berdin û di çarçoveya şîretên mekanîzmayên navneteweyî de bi awayekî eşkere sepanên êşkenceyê şermezar bikin.
* Divê di mercên destgîrkirinê de temînatên usûlê birêkûpêk di meriyetê de bin.
* Divê dema destgîrkirinan bê kurtkirin.
* Hewceye Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) were rakirin û mekanîzmayeke pêşîlêgirtinê ya neteweyî ku li gorî standartên Protokola Pêvek a Peymana li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê (OPCAT) û Prensîbên Parîsê ya NY’ê were avakirin.
* Divê Komîsyona Çavdêriyê ya Hêzên Ewlekariyê bêalî û serbixwe be.
* Hewceya belgekirin û raporkirina êşkenceyê li gorî rêgezên Protokola Stenbolê were kirin.
* Hewceya lêpirsînên têkildarî îdîayên êşkenceyê bilez, bibandor û bêalî werin kirin û di dema pêvajoya darizandinaê de jî li gorî pîvanên etîk û hiqûqa navneteweyî were tevgerîn.
* Divê destûr were dayîn ku rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê bi rehetî biçin girtîgehan.
* Divê hemû raporên CPT’ê bên eşkerekirin û li şîretên wê were guhdarîkirin.”