Xizaniya li Kuçuk Pazar a Stenbolê zêde dibe
Xizaniya li Stenbolê bi taybetî li hinek tax û semtan zêde dibe. Kuçuk Pazar jî cihekî wisa ye.
Xizaniya li Stenbolê bi taybetî li hinek tax û semtan zêde dibe. Kuçuk Pazar jî cihekî wisa ye.
Li Stenbolê ku yek ji metropolên herî mezin ê cîhanê ye, rêjeya xizaniyê her sala ku derbas dibe, zêde dibe. Li gorî daneyên TUÎK’ê yên sala 2022’an rêjeya xizaniyê ya li Stenbolê weke 18.1 hat diyarkirin.
Li Kuçuk Pazarê ku berê weke Taxa Silêmaniyê dihat binavkirin, têkoşîna jiyanê lê tê dayîn ku piraniya xaniyan hilweşiyane û hin mal rûtûbetê girtine û hin jî li ber hilweşînê ne.
Kuçuk Pazar taxek bû ku piranî Kurdên 1990’an ji ber zext, şewitîna gundên wan û bêkariyê hatibûnê û lê dijiyan. Niha bûye stargeha koçberên qeçax û penaberan. Li taxê hîna piranî Kurd hene. Zexta polîsan jî hîna dewam dike. Dema ku Kurd piranî hebûn, Qereqola Kuçuk Pazarê bûbû navenda êşkenceyê. Niha qereqol tune ye, lê polîs her roj li taxê li ser koçberên ku bi rêya qeçaxî hatine zextê pêk tîne.