Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê, êşa me kêm nabe

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên sala 2018’an li Rihayê hatin qetilkirin Nobeta Edaletê didomîne, diyar kir ku heta ku edalet pêk neyê, êşa wan kêm nabe.

14’ê Hezîrana 2018’an parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê xizmên Emîne Şenyaşar qetil kir. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ew jî di êrîşê de birîndar bûbû, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Rihayê dan despêkirin, didomînin. Nobeta Edaletê 9’ê Adara 2021’an destpê kir.

Ji ber ku dawiya hefteyê edliye girtî ye, dayik Emîne Şenyaşar nobet di roja 825’emîn de li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Gotinek heye; ‘dema êş tên parvekirin, kêm dibe’. Na, ji ber ku edalet nayê pêkanîn, êşa me kêm nabe.”