Milîsên Sema Yuce yên HBDH'ê li Stenbolê çalakiya sabotajê kirin

Milîsên Sema Yuce yên HBDH'ê ragihand ku li Stenbolê li dijî faşîstekî 'çalakiya sabotajê', li Îzmîr û Sêwasê jî çalakiya nivîsandinê kirine.

Di daxuyaniya Milîsên Sema Yuce yên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de hate gotin, "22'ê Hezîranê li Îzmîr û Sêwasê ji bo Şehîd Huseyîn Arasan propaganda bi nivîsandinê hatiye kirin. Şeva 23'ê Hezîranê li Beyoglû ya Stenbolê, li kolana Kûrtoglû ya taxa Haciahmetê, li hemberî wesayita faşîstekî MHP'î çalakiya sabotajê hate kirin."

Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de wesayita faşîst hate îmhakirin.