Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê êşkenceya li Îmraliyê bi dawî bibe -HATE NÛKIRIN

Buroya Hiqûqê ya Asrinê derbarê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û got “Divê agahînestendin û êşkence biqede.”

Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Tele1’ê Merdan Yanardag tevlî bernameyekê bû û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rexne kiribû.  Nîqaşên li ser  tecrîdê jî didome.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kir ji ber ku Yanardag gotiye “Di hiqûqê de cihê tecrîda li ser Ocalan tune. Divê were rakirin. Nikare malbat û parêzerên xwe jî bibîne. Gelo pergaleke wisa ya cezakirinê heye?” lêpirsîn li Yanardag hatiye vekirin.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê got “Di esasê xwe de divê lêpirsîn li rejîma tecrîdê ya Îmraliyê û li pêkanînên vê rejîmê lêpirsîn were vekirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hevdîtinên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi malbat û parêzerên xwe re bike mafê wî yê herî rewa û hiqûqî ye lê ji ber hincetên derqanûnî ev hevdîtin tên astengkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî agahî nayên stendin.

Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê de ev tişt hate gotin

"Wekî statuya Îmraliyê ya Taybet, înkarkirina maf û azadiyên bingehîn li wir jî awayên êşkenceya li Îmraliyê ye. Niha 27 meh in ligel ku hewldan tên kirin jî agahî ji rêzdar Ocalan û muwekîlên din nayê stendin, têkiliya wan ji dinyayê hatiye qutkirin, derbarê tendirustî û şertên wan ên girtîgehê em nikarin tu agahiyan bistînin. Ev qonaxa herî dijwar a êşkenceya li Îmraliyê ye. Eşkere ye ku ev kirin şaş in û ne rewa ne.”

Dîsa divê were zanîn ku êrîşên li ser mafên şexsî yên muwekîlên me ji van polîtîkayan ne cuda ne. Berovajî atmosfera ku tê xwestin were serdestkirin, ji aliyê bi mîlyonan mirovî ve hate ragihandin ku rêzdar Ocalan nûnertiya azadî û demokrasiyê dike. Di salên 2006-2007’an de li Tirkiyeyê zêdetirî 3 milyon mirovî bi daxwaza azadiya rêzdar Ocalan îmzeyên xwe pêşkêşî Meclisa Netewî ya Mezin a Tirkiyeyê kirin, di sala 2013’an de jî zêdetirî 10 mîlyon mirovan îmze pêşkêşî Konseya Ewropayê kirin.

Li dijî rewşa li Îmraliyê, me di sala 2022’yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan (KMM) a Neteweyên Yekbû (NY) da. Di encama vê serlêdanê de KMM NY’yê di 6’ê Îlona 2022’yan de bersiv da û biryara tedbîrê ji hikûmetê re ragihand. KMM NY’yê biryara tedbîrê ya ‘Divê bêyî ku astengiyeke were derxistin, tavilê bi parêzerên xwe re bikare hevdîtinê bike’ di 19’ê Çileyê de dîsa bi bîra hikûmetê xist. Li gel ku hikûmet berpirsyar e ku li gorî vê biryara navneteweyî tevbigere jî, em dibînin ku hê jî li gorî vê biryarê tevnagere.Bi pêknenaîna vê biryarê û domandina tecrîdê re sûcê bi qestî yê ku peywir bi xerabî tê kirin û sûcê êşkenceyê hatiye kirin. Banga me ya ji bo hikûmet û Wezareta Dadê ev e; tavilê li gorî biryara tevdîrê ya KMM NY’yê tevbigerin û dawî li rewşa nestendina agahiyan û kirinên êşkenceyê bînin.”