Bibîranîna Qetlîama Madimakê hat kirin

Di bibîranîna Qetliama Madimakê de ku li Mamakê hat kirin, wiha hat gotin: ‘’Hûn ê bi kujerên ku we xistine meclisê re rû bi bû bibin û hesab bidin.’’

Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD), Cemxaneya Dayik Fatma, Şaxê Enqereyê yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mamakê jî di nav de, 43 saziyan li Qada Tûzlûçayirê ya Mamakê Qetliama Madimakê bi bîr anî.  Girse ji Parka Haci Bektaş Velî heta bi Qada Tûzlûçayirê meşiya. Gava meşê, dirûşmeyên ‘’Ên ku Madimakê şewitand, AKP ava kir’’, ‘’Em nabin Elewiyên dewletê’’ û ‘’Roniya Sêwazê wê venemire’’, hatin berzkirin û navên yên di qetlîamê de hatine qetilkirin, yek bi yek hatin xwendin.

POLÎSAN NEHIŞT PANKARTÊN BI KURDÎ BÊN HILDAN 

Gava meşê, pankartê li ser ‘’Nabe ku qewil bi ser sûcên li dijî mirovahiyê bikeve’’ nivîsandî û dowîzên ‘’Bila Diyanet ji holê rabibe’’, ‘’Em li Sêwaz’ê Elewî, bi Hrant re Ermen, bi Tahir Elçî re Kurd in’’ û bi Kurdî dowîzê li ser ‘’Ji Madimakê ta bi Cizîrê em ê hesabê qetlîaman bixwazin’’ nivîsandî, hatin hildan. Polîsan nehişt ku pankartên bi Kurdî û pankartê li ser ‘’Dersa olê ya bi zorê bila rabibe’’ nivîsandî, bikevin nav qada bibîranînê.

 ‘NABE KU QEWIL BI SER SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ BIKEVE’

Bibîranîn, bi rêzgirtina ji bo kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest daye, dest pê kir. Seroka Şaxê PSAKD’ê yê Mamakê Fatîme Turkyildiz ku gava bibîranînê wiha axivî: ‘’Ji bo sê bersûcên firar, hewil didin ku qewil bi ser pêvajoya dadgehê ya dozê bixin. Nabe ku qewil bi ser sûcên li dijî mirovahiyê bikeve. Yên ku dor li Otela Madimakê girt, di kadroyên dewletê de bûne xwedî kar, heta kirine parlamenter. Eşkerebûna qetlîaman bi rûbirûbûnê pêkan e.’’  

 ‘HER GOTINA NEFRETÎ YA LI DIJÎ NASNAMEYAN, DIVÊ BÊ CEZAKIRIN’

Turkyildizê, îşaret pê kir ku divê her gotina nefretî ya li dijî nasnameyên li Tirkiyeyê bê cezakirin û wiha pê de çû: ‘’Dewlet divê bi dîroka me û qetlîamên ku hatine kirin re rû bi rû bibe û hesabê wan bide. Divê Otela Madimakê bibe Muzeya Fedîkariyê’’ û banga tevlêbûna bibîranînê kir ku wê 2’yê Tîrmehê li Sêwazê bê kirin.

 ‘HÛN Ê HESABÊ KUJERÊN KU WE KIRINE PARLAMENTER BIDIN’

Sekretera PSAKD’ê Rûkiye Ercan Kara jî ev gotin kirin: ‘’Divê dewlet rû bi rûyê qetlîama li Sêwazê re rû bi bibe. Em Sêwazê ji bîr nakin û nahêlin ku ji bîr bibe. Hûn ê hesabê kujerên ku we xistine meclisê bidin.’’

Piştî axavtinan hunermend Mûrat Yilmaz, Dogan Çelîk û Yoldaşça Turkulerê, kilamên Elewiyan gotin.