Dayikên Şemiyê dîsa hatin destgîrkirin
Dema Dayikên Şemiyê xwestin biçin Qada Galatasarayê, polîsan ew destgîr kirin.
Dema Dayikên Şemiyê xwestin biçin Qada Galatasarayê, polîsan ew destgîr kirin.
Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayên xwe bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 952’yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe domandin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî bi qerenfîlên di destên xwe de meşiyan Qada Galatasarayê.
Tevî ku Dadgeha Makeqanûnê (AYM) derbarê qedexekirina qadê de biryarên “binpêkirinê” daye jî lê di hefteya 11’emîn de polîsan Dayikên Şemiyê dorpêç kir û gelek kes destgîr kir.
28 KES HATIN DESTGÎRKIRIN
Polîsan bi darê zorê çapemenî ji qadê derxistin û xizmên windayan destgîr kirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kes bertek nîşanî destgîrkirin Dayikên Şemiyê dan. Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ozgul Sakî got, “12 hefte ye Dayikên Şemiyê tên destgîrkirin. Her hefte Dayikên Şemiyê kelepçe dikin û dixwazin wan bitirsînin. Biryara Dadgeha Makeqanûnê li ber me ye, lê kes vê biryarê pêk nayne.”
Dema parlementer ji ablûkayê derketin û çapemeniyê xwest dîmenan qeyd bikin, polîsan êrîş kirin. Polîsan bi darê zorê rojnamevan ji qadê derxistin. Di wê kêlîkê de kûçikekî parlementera Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça gez kir û Akça birin nexweşxaneyê.
Hate ragihandin Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û parazvanên mafan jî tê de, 28 kes hatine destgîrkirin.