Dag û Er a li dijî zextên PDK’ê 38 roj in di greva birçîbûnê de ne

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, li hemberî zexta lixwekirina cilên yekrengî û mialemeya xerab, 38 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê Tirk Osman Kose êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan jiyana xwe ji dest dan. Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan, timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta lixwekirina cilên yekrengî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 38’an de didome.

Dag û Er li dijî kiryarên xerab û êşkenceyê di 28’ê Îlona 2022’an de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibûn qebûlkirin di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn.

Her wiha herdu girtî di 13’ê Sibata 2022’an de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayîn ku wê dawî li binpêkirinan bê anîn, çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû.