Li girtîgehan 83 cînayet, di dema destgîrkirinê de êşkence li 4275 kesan hate kirin

TÎHV, ÎHD û TTB’ê ragihand ku di sala 2022’an de li girtîgehan 83 mirinên bi guman çêbûne û li cihên destgîrkirinê jî êşkence û miameleya xerab li 4 hezar û 275 kesan hatiye kirin.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baskê Mafên Mirovan a Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), têkildarî 26’ê Hezîranê Roja Piştevaniya bi Kesên Rastî Êşkenceyê Hatin re daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku şêweyê rêveberiya bi rêya zextê û kontrolkirinê ya îktîdara siyasî, tevahiya welat veguherandiye qada êşkenceyê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo pêşîlêgirtina êşkenceyê, divê tavilê dev ji polîtîkaya cezanekirina faîlan berdin û ev tişt hatin gotin: “Divê dev ji gotinên êşkenceyê teşwîq dikin berdin. Hewce ye hemû rayedar dev ji gotinên pesnê êşkence û êşkencekaran didin berdin û di çarçoveya şîretên mekanîzmayên navneteweyî de bi vekirî li dijî sepanên êşkenceyê derkevin.”

LI GIRTÎGEHAN KOMKUJÎ Û DI DEMA DESTGÎRKIRINÊ DE ÊŞKENCE

Di daxuyaniyê de daneyên têkildarî êşkenceyê wiha hatin rêzkirin:

“* Li gorî Navenda Dokumantasyona TÎHV’ê; di sala 2022’yan de kesek, di 5 mehên ewil ên sala 2023’yan de herî kêm 6 kesan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

* Di pênc mehên ewil ên sala 2023’yan de 270 kes bi sedema rastî êşkence û miameleya xerab hatine serî li TÎHV’ê dan.

* Di sala 2022’yan de hejmara kesên rastî êşkenceyê hatin an jî xizmên wan hatine êşkencekirin û bi vê sedemê serî li TÎHV’ê dayîn (1201) ji hejmara 32 salên dawî zêdetir e.

* Li gorî tespîta Yekîneya Dokumantasyona ÎHD’ê; di sala 2022’yan de li cihên fermî yên destgîrkirinan herî kêm hezar û 347 kes rastî êşkenceyê û miameleya xerab hatin.

* Ji sedî 50,7’ê kesên serî li TÎHV’ê dane diyar kirin ku li midûriyetên emniyetan, ji sedî 5,7’an gotin li qereqolên polîsan û ji sedî 6,4’an jî gotin dema li cem yekîneyên jendirmeyan rastî êşkence û miamaleya xerab hatine.

* Ji sedî 30,7’ê kesên serî li TÎHV’ê dayîn diyar kirin ku di dema destgîrkirin û di wesayîtên veguhestinê de rastî êşkence û miameleya xerab hatine.

* Di sala 2022’yan de ji kesên serî li TÎHV’ê dayîn 546 jê diyar kirin ku li qadên vekirî û di dema xwepêşandanan de, 177’an gotin dema li mal û deverên weke kargehan rastî êşkence û miameleya xerab hatine.

* Di encama mudaxeleya hêzên ewlekariyê ya li çalakî û xwepêşandanên aştiyane de, di sala 2022’yan de 144 jê zarok bi giştî herî kêm 5 hezar û 434 kes, di pênc mehên ewil ên sala 2023’yan de 49 jê zarok herî kêm hezar û 557 kes rastî êşkence û miameleya xerab hatin. Di encama van mudaxeleyan de herî kêm 50 kes birîndar bûn.

* Di sala 2022’yan de herî kêm 230 kes, di pênc mehên ewil ên sala 2023’yan de herî kêm 76 kes li kolan û qadên vekirî rastî êşkence û miameleya xerab hatin. Her wiha di dema serdegirtinên malan de herî kêm 33 kes rastî êşkence û miameleya xerab hatin.

* Li gorî tespîtên Yekîneya Dokumantasyona ÎHD’ê; di sala 2022’yan de 42 jê zarok bi giştî 2 hezar û 928 kesan îdia kirin ku li cihên destgîrkirinê yên nefermî rastî êşkence û maimeleya xerab hatine.

* Yûsûf Bîlge Tunç di 6’ê Tebaxa 2019’an de li Enqereyê hate revandin û tu agahî jê nayên girtin.

* Di sala 2022’yan de herî kêm 4 kes hatin revandin an jî hewldana revandina wan çêbû. Di pênc mehên ewil ên sala 2023’yan de herî kêm kesek hate revandin an jî hewl dan wî birevînin.

* Li gorî serlêdanên ji bo ÎHD’ê hatine kirin an jî agahiyên hatine bidestxistin, di nava sala 2022’yan de 198 kes rastî zexta sîxûrtiyê, revandin û gefan hatin.

* Li gorî daneyên Yekîneya Dokumantasyona ÎHD’ê; hate îdiakirin ku di sala 2022’yan de 247 kes li girtîgehan rastî êşkence û miameleya xerab hatine.

* Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyona TÎHV’ê; di sala 2022’yan de li girtîgehan herî kêm 65 girtiyan, di pênc mehên ewil ên sala 2023’yan de jî herî kêm 10 girtiyan ji ber nexweşî, xwekuştin, xemsarî û hwd. jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Yekîneya Dokumantasyona ÎHD’ê; di sala 2022’yan de li hinek girtîgehan herî kêm 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

* Di 6 mehên ewil ên sala 2023’yan de bi sedemên pirsgirêkên di mijara tenduristiyê de derdikevin, ferzkirina muayeneya bi destên kelemçekirî û di dema muayeneyê de li wir mayîna hêzên ewlekariyê, 54 girtiyan serî li TTB’ê dan.”

TIŞTÊN KU DIVÊ WERIN KIRIN

Di berdewamiya daxuyaniya hevpar de tiştên ku divê werin kirin, hatin rêzkirin:

"* Divê Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) ya heyî bê rakirin û li gorî Peymana Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (OPCAT) û Prensîbên Neteweyên Yekbûyî yên Parîsê, mekanîzmayeke nû ya pêşîlêgirtinê ya bi temamî serbixwe bê avakirin.

* Divê Komîsyona Çavdêriya Polîs û Leşkeran bêalî û serbixwe be.

* Belgekirin û raporkirina êşkenceyê divê li gorî prensîbên 'Protokola Stenbolê' ku belgeya Neteweyên Yekbûyî ye, bê kirin.

* Divê îdiayên êşkenceyê bi lez, bi bandor û bêalî bên lêkolînkirin, ji aliyê komîteyên serbixwe ve bên lêkolînkirin û di her qonaxên dozên edlî de rêgezên exlaqî û hiqûqî yên navneteweyî bên şopandin.

* Divê girtîgeh ji kontrola serbixwe ya mafên mirovan û rêxistinên hiqûqî re bên vekirin.

* Divê hemû raporên CPT'ê bên eşkerekirin û hemû pêşniyar bên şopandin.”