Kongreya TÛAY-DER’ê hat lidarxistin: Divê em li dijî tecrîdê rabin ser piyan

TÛAY-DER’ê di kongreya xwe ya duyemîn de nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got: “Divê yekane rojeva me tecrîd be û divê em rabin ser piyan.”

Şaxa TÛAY-DER’ê ya Amedê bi dirûşmeya “Em tecrîdê bişkînin, jiyana azad ava bikin” di kongreya xwe ya duyemîn de li avahiya MED TÛHAD-FED’ê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê lidar xist. MEBYA-DER, Dayikên Aştiyê, OHD, DBP, HDP, MED-DER û Komeleya Aliman a Amedê tevlî kongreyê bûn.

Li salona kongreyê pankartên “Êşkence sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Bila dawî li êşkenceyên li girtîgehan werin”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Bila tecrîd were bidawîkirin, zîndan werin valakirin” hatin daliqandin.

Mehmet Ergun axaftina vekirinê kir û diyar kir ku divê her kes di vê pêvajoyê de wezîfeya xwe bîne cih. Mehmet destnîşan kir ku her kesê di vê pêvajoyê de berdêlên giran da û got: “Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Ev yek nayê qebûlkirin û ev sûcê mirovahiyê ye. Divê em nîqaşan bikin û xebatên xwe mezin bikin ku tecrîd rabe. Divê yekane rojeva me tecrîd be. Divê gel rabe ser piyan. Berê yek hefte hevdîtin nehatiba kirin, qiyamet radibû. Lê 28 meh in agahî tune ye, lê deng dernakeve. Dem ji me xebitînê dixwaze.”

Di axaftinan de banga xwedî derketina li girtiyan hat kirin.

Hevserokê dema nû bûn Vahap Gunay û Hacîce Guneş.

Kongre ji çapemeniyê re girtî, dewam kir.