Çîftyurek: Wezareta Edaletê divê li ser tecrîdê daxuyaniyê bide
Parlamenterê Wanê yê ji Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek bang li Wezareta Edaletê kir ku li ser tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide.
Parlamenterê Wanê yê ji Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek bang li Wezareta Edaletê kir ku li ser tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide.
Parlamenterê Wanê yê ji Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku tecrîda bêhiqûqî û neheq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê tavilê bi dawî bibe.
Çîftyurek ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku mafê qanûnî ye ku Abdullah Ocalan karibe malbat û parêzerên xwe bibîne, lê belê destûr jê re nayê dayin. Çîftyurek diyar kir ku Ocalan tecrîdkirî ye lê hikumet pêwîstiyê pê nabîne ku li ser mijarê daxuyaniyê jî bide. Sînan Çîftyurek bi bîr xist ku çend mehan carekê 'cezayê dîsîplînê' lê tê birîn û anî ziman ku ev yek rasteqîn nîne. Çîftyurek got, "Eger di nava tecrîdê de tecrîd dike, neçar e ku vê yekê ji malbat û parêzerên wî re eşkere bikin, lê belê daxuyaniyekê jî nadin."
TECRÎD TEVAHIYA RAYA GIŞTÎ ELEQEDAR DIKE
Ji bo pirsa "Hikumet dixwaze çi bike, çima di tecrîdê de israr dike?" Çîftyurek bersiveke bi vî rengî da: "Hikumet vê tecrîdê weke amûrek ji bo tengezarkirina civakê bi kar tîne. Ya duyemîn jî malbat û parêzerên wî he rwiha raya giştî mexdûr dike, ku dixwaze fikrê Ocalan zanibe. Siyasetmedarek girtî jî be divê karibe siyaseta li derve bişopîne. Ev tecrîd tevahiya raya giştî eleqedar dike. Divê ev tecrîda neheq tavilê bi dawî bibe. Wezîrê Edaletê jî divê sedema tecrîdê ji raya giştî re eşkere bike. Mafê Ocalan heye ku karibe malbat û parêzerên xwe bibîne. Lewma em bang li Wezareta Edaletê dikin ku daxuyaniyekê bide."