Asim Demîr nayê berdan
Hediye Demîr diyar kir ku berdana hevserê wê Asim Demîr ê 30 sal in girtî ye, cara duyemîn hatiye taloqkirin û xwest, girtiyên ku cezayê wan qediya ye bêne berdan.
Hediye Demîr diyar kir ku berdana hevserê wê Asim Demîr ê 30 sal in girtî ye, cara duyemîn hatiye taloqkirin û xwest, girtiyên ku cezayê wan qediya ye bêne berdan.
Asim Demîr (66) ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê girtî ye, tevî ku cezayê lê hatiye birîn bi dawî bûye, nayê berdan. Demîr zexta Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeyê ya ji bo poşmanbûnê red dike, lewma berdana wî cara duyemîn ji bo sê caran hate taloqkirin.
Di sala 1992'an de piştî 40 rojên destgîrkirî, Dadgeha Ewlekariya Dewletê bi îdîaya 'Xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê' cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li Asim Demîr birî bû. Demîr li Mûşê 2 salan, li Dîlokê 13 salan, li Mîdyatê 5 salan, li Ordûyê 8 salan girtî ma û piştre di sala 2021'ê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê hate kirin. Demîr 18 mehan jî li vê derê girtî ma û tevî ku cezayê lê hatiye birîn qediya ye nayê berdan. Ji ber ku Demîr zext û ferza poşmaniyê qebûl nake, bi biryara Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê berdana wî piştî meha Adarê di meha Hezîranê de jî ji bo sê mehan hate taloqkirin.
Hevjîna wî Hediye Demîr diyar kir ku rêveberiya girtîgehê zexteke giran lê dike û neheqî ye ku li gel bi dawîbûna ceza jî nayê berdan. Demîr got, "Divê ev bêhiqûqî tavilê bi dawî bibe. Girtiyekî 30 salan e û ceza qediya. Ferzkirina poşmaniyê li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Divê girtî hemû bêne berdan."