Gulerê DAÎŞ’î: Dewletê Qetlîama Pirsûsê kir

Kasim Gulerê DAÎŞ’î ku di doza Komkujiya Pirsûsê lê hat guhdarkirin, got: “Hinekan got, dewletê komkujî kiriye. Min wisa bihîst.”

20’ê Tîrmeha sala 2015’an de li pêşiya Navenda Çandê ya Amarayê ya navçeya Pirsûs a Rihayê, li dijî ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) êrîşeke bombeyî hate kirin. Di êrîşê de 33 ciwan hatin qetilkirin. Têkildarê komkujiyê li bersûcên firarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali doz hat vekirin. Rûniştina 4’emîn a dozê li Dadgeha Cezayên Giran a 5’emîn a Rihayê hate kirin. Endamên Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, kesên ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûn, parêzerên Platforma Ji Bo Pirsûsê Edalet, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Ferît Şenyaşar û Dîlan Kûnt Ayan, Serokê Baroya Rihayê Abdûllah Oncel, SGDF, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), nûnerên rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û gelek kesên din tev li danişînê bûn.

Di rûniştinê de weke şahid li bersûcê ji Doza Komkujiya Gar a Enqereyê girtî Kasim Guler, Omer Yetek ku tê gotin karûbarên medyayê yê DAIŞ’ê dike, Azzo Hala Suleyman El Aggal ku Wezareta Karên Hundir dibêje teqemeniyên komkujiyên Sultan Ahmet û Pirsûsê wî peyda kirine jî hate guhdarîkirin. Her sê şahid bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.

Rûniştin, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Kasim Guler axivî. Guler, da zanîn ku wî Îlhamî Bali û Denîz Buyukçelebî nas kirine û wiha got: “Min Îlhamî Bali di sala 2010’an de li Girtîgeha Edeneyê nas kir. Em mehekê bi hev re man. Wê demê têkiliya Îlhamî bi DAÎŞ’ê re tune bû. Me li ser îslamê suhbet dikirin. Derheqê komkujiya Pirsûsê de tiştekî nizanim. Min tiştek nebihîstiye.”

‘HINEK KESAN GOT DEWLETÊ KIRIYE’

Piştre jî parêzerên Platforma Ji Bo Pirsûsê Edaletê pirs ji Guler kirin. Guler, got ku bi bîra wî nayê bê ka kengî tev li DAÎŞ’ê bûye û wiha pê de çû: “Ez di bin çavdêriya leşkeran de derbasê Sûriyeyê bûm. Em carinan di bin çavdêriya leşkeran de derbasî Sûriyeyê dibûn. Carinan dihatin girtin lê leşkeran tiştek nedigot. Ez bi dehan caran derbas bûm. Ev, polîtîkaya dewletê bû. Bi awayekê asayî dihatin û diçûn.” Ji bo pirsa “Komkujiya Pirsûsê kê kir?” jî Guler wiha got: “Hinek kesan digot dewletê kiriye. Min wisa bihîst.”

Piştî pirsên parêzeran, Guler got ku ew tenê şahid e û bi îdiaya pirsên tên kirin “agahiyên taybet in” nikare bersivê bide. Piştre jî Guler ji bo pirsên hatin kirin bersivên weke “Nizanim, nas nakim” da.

‘MIN LI GIRTÎGEHÊ BI ÎSTÎXBARATÊ RE HEVDÎTIN KIR’

Piştre jî li Azzo Suleyman El Aggal hate guhdarîkirin. El Aggal di destpêka axaftina xwe de îdia kir ku tu caran neketiye Tirkiyeyê û jê derneketiye. Lê belê piştî pirsên parêzeran, Aggal got ku di sala 2012’an de birîndar bûbû û bi ambulanseke aydê Tirkiyeyê çûye nexweşxaneya dewletê ya navçeya Kaniya Xezalan û 2 rojan li wir maye. Parêzeran jî sedema bersivên hev nagirin pirsîn û wî jî bersiva berê dubare kir. Parêzer ketin gumanê ku kesê îfadeyê dide ne Suleyman El Aggal e. Li ser vê yekê Aggal îdia kir ku hemû îfadeyên li emniyetê di bin îşkenceyê de dane û wî tenê îfadeyên hatine amadekirin îmze kiriye. Aggal, destnîşan kir tevî di girtîgehê de bû jî bi peywirdarên îstîxbaratê re hevdîtin kiriye û têkildarî naveroka hevdîtinê tu agahî parve nekir.

PARASTINA ‘EV TIŞTÊN MIN ÊN TAYBET IN!’

Piştre jî li Omer Yetek hate guhdarîkirin. Yetek, îdia kir ku di dema komkujiyê de li Sûriyeyê bû û wiha got: “Li Tirkiyeyê di navbera min û PKK’ê de pirsgirêk hebû. Lewma di sala 2015’an de çûm Sûriyeyê. Li Tebqayê jiyam. Tevî malbata xwe çûm. Li ser Kaniya Xezalan bi rêyên qaçax çûm. Li cihê ez çûmê OSO hebû. Piştre DAIŞ hat. Nêzî 3 salan li wir mam. Di sala 2018’an de hatim ser sînor û min xwe teslîmê leşkeran kir. Min xwest birevim lê DAÎŞ’ê ez xistim zindanê. Min ew her tim rexne kirin û xeletiyên wan gotin. Lewma ji min hez nedikirin. Yên hewil didan birevin dixistin hefsê. Pere nedan min. Pereyê min hebû.”

Parêzeran pirsa “Te li Sûriyeyê çi kar dikir? Te çiqas pere qezenc kir?” ji Yetek kir û wî jî wiha bersiv da: “Ez ne bersûc im. Çima ewqas pirsan ji min dikin. Ev, jiyana min a taybet e.” Yetek, îdia kir ku îfadeyê li midûriyeta ewlehiyê di bin îşkenceyê de daye.” Piştre jî hemû pirs bi bersivên weke “Nayê bîra min, haya min jê nîn e, na” bersivand.

‘EZ TENÊ LI EDALETÊ DIGERIM’

Piştî şahidan, îcar Dîlek Kaya axivî ku bavê wê Îsmet Şeker di komkujiyê de hat qetilkirin. Kaya bi bîr xist ku di ser komkujiyê re 8 sal derbas bûne û ev tişt anî ziman: “Melayek heye, vîdeoya komkujiyê dikişîne û di çenteyê wî de alaya DAÎŞ’ê derdikeve lê nayê darizandin. Ev edaleteke çawa ye? Bavê min kuştin. Wêneyê êrîşkar heye lê midûriyeta ewlehiyê ew negirtiye û tu kes nayê darizandin. Edalet li kû ye? Madem îstîxbarat hebû wê demê çima peywira xwe pêk neanî. Ew çima niha li ne li vir in?  Tekane daxwaza min edalet e.”

Piştre jî Fethî Aydin ku kurê wî Çagdaş Aydin hatiye qetilkirin, Yasemîn Boyraz ku dayika wê Bahar Nazegul Boyraz hatiye qetilkirin û ji Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê Yalçin Demîr axivîn.

Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol jî di rûniştinê de wiha got: “Gilîker û mexdûran qala pêvajoya 8 salan kir. Em di her rûniştinê de daxwazên xwe tînin ziman. Doz 8 sal in didome lê biryara nepeniyê bi salan domiya. Mirov bi awayekê hovane hatin qetilkirin. Li vir sûcekê li dijî mirovahiyê heye, lewma nabe ku dem bi ser bikeve.’’ 

‘WEZARETA KARÊN HUNDIR ÇIMA MIDAXELEYÊ NAKE?’

Piştre jî parêzer Serdil Îzol axivî û ev tişt anî ziman: “Divê Abdûllah Omer Aslan weke bersûc li dosyayê bê zêdekirin. Ji ber têkiliyên wî yên bi DAIŞ’ê re, hevjîna wî dev jê berda. Aslan ji hêla gel ve hate girtin û di çenteyê wî de pateyek derket. Tevî vê jî hate berdan. Ji ber biryara nepeniyê me nekarî agahiyan bigirin. Em piştre hîn bûn ku piştî îfadeyê hatiye berdan. Me serlêdana sûc kir lê encamek jê derneket. Weke şahid lê hate guhdarîkirin û gotinên wî hev nagirin. Tu caran Yakup Şahîn neanîne dadgehê. Ev bûn 8 sal lê hêj jî Wezareta Karên Hundir daxilî dosyayê nebûye. Daxwaza me ew e ku ev komkujî weke sûcê li dijî mirovahiyê were qebûlkirin. Em nizanin kesê weke şahid lê tê guhdarîkirin bê ka bi rastî jî ew in an na. Gotinên wan hev nagirin lê bersûc nîn in. Hevjînên Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali hatin darizandin û berdan. Lê îfade hebûn ku endamên rêxistinê ne. Em dixwazin dadgeh bi awayekê cidî lêkolînê bike bê ka Îlhamî Bali li kû ye. Di qeydên tapeyan de xuya bû ku Mûstafa Mol û Mûstafa Demîr her tim bi Îlhamî Bali re axivî ne. Me giliyê serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû kir lê encamek jê derneket. Divê Davûtoglû tiştên dizane li vir bibêje.”

‘EV NE WIJDANÎ YE’

Parêzer Eylem Sarioglû jî got ku ew dixwazin xwe bigihînin rastiya madî û wiha pê de çû: “Ji sala 2011’an heta niha haya hem emniyetê hem jî raya giştî ji Bali hebû. Tê zanîn ku ji bo rêxistinên cîhadîst mirovan dişîne. Şahidê lê hatiye guhdarîkirin got bê ka çiqas bi hêsanî dihatin û diçûn. Bali jî wisa dikir. Denîz Buyukçelebî ku lêgerîna wî hebû bi malbata xwe re hevdîtin dikir û hevdîtinên rêxistinî dikir. Di rewşeke wiha de hûn nikarin çavekî xwe bigirin û bibêjin ez bi çavê din lê digerim. Lêgerîna Bali hebû û agahî hene ku wê demê li Tirkiyeyê bû. Dema di destê me de nehat girtin lê niha hewl didin bigirin. Hinek bi wijdan bin. Beriya niha hinek raporên îstîxbaratê Li dosyayê hatin zêdekirin lê ev agahî hev nagirin. Em dixwazin xebateke berfireh were kirin û li dosyayê bê zêdekirin. Bila bi saziyên navneteweyî re nivîs werin şandin.”

‘DIVÊ LI YAKÛP ŞAHÎN WERE GUHDARÎKIRIN’

Parêzer Erkan Sabrî Unuvar jî diyar kir ku divê weke şahid li Yakup Şahîn jî were guhdarîkirin û ev tişt anî ziman: “Me xwest li xwediyê motosîkletê were guhdarîkirin. Motosîklêta Şahîn heta niha qet nebû rojev. Xebatek nehat kirin bê ka motosîklête yan na. Şahîn, Cotmeha 2015’an hate girtin û motosîklêta wî 8 mehan ji bo xebatê hatiye bikaranîn. Divê Şahîn were vê derê û di der heqê motosîkletê de agahiyan bide me. Her wiha em dixwazin hemû qeydên kirariyan ên têkildarê Şeyh Abdûrrahman Alagoz de pêşkeşî dosyayê bên kirin.”

‘DIVÊ EM LI SER BERPIRSYARTIYA DEWLETÊ BIAXIVIN’

Herî dawî jî parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel axivî û wiha got: “Divê em li ser nêrîna pergala darazê ya li hemberî vê dosyayê biaxivin. Divê berpirsyartiya dewletê jî were eşkerekirin. Ez ji Pirsûsê me û wê demê rewşeke awarte hebû. Haya dewletê ji her tiştî hebû. Divê hemû rayedarên wê demê bibandor bên tespîtkirin û darizandin. Divê hemû tor bên teşhîskirin.”

DOZ HATE TALOQKIRIN

Piştî parastinan, şandeya dadgehê biryara xwe da. Şandeyê, daxwazên parêzer û malbatan red kirin û doz taloqê 5’ê Kanûnê kir. Malbatan bertek nîşan da ku çima daxwaza wan hatiye redkirin.

Piştî dadgehê, li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de malbatan gotin ku wê her tim daxwazên xwe bînin ziman û li têkoşîna xwe ya edaletê dewam bikin.