ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Hevberdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya KNK'ê Nîlufer Koç destnîşan kir ku Peymana Lozanê di heman demê de ji bo jinan tê wateya qirkirinê.
- Komxebata navneteweyî ya li ser Peymana Lozanê ku li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye.
- Li tunelên şer ên Şehîd Dogan me ji bo kêliyekê jî dudilî, bêmoralî û gumana li ser serketinê nedît. Şerzan 15 mehan li vir li ber xwe da, bi bombeya taktîk nukleerê ya ku dijmin bi kar anî, şehîd bû.
- Komeleya Rengarenk Ûmûtlar (Hêviyên reng û reng) ku hewl dide binpêkirina mafên zarokên Kurd raxe pêş çavan, li gel gef û zextê jî karên xwe yên ji bo piştgiriya psîkososyal û parêzvaniya mafan dewam dike.
- Hikumeta Yewnan beriya civîna NATO'yê kampa Lavrîoyê girt. Kampa ku bi piştevaniyê li ser piyan bû, bi serdegirtina polîsan hate girtin. Kurdan operasyon şermezar kirin û gotin, kamp di encama bazariya bi Tirkiyeyê re hatiye girtin.