Li gorî daneyên Bankaya Cîhanî di nava welatên ku enflasyona xurekê lê herî bilind de, Tirkiye di rêza 10’emîn de ye. Di nava 3 salên dawî de jî, enflasyona xurekê ji sedî 245 zêde bûye. Li gorî daneyên DÎSK-AR’ê enflasyona xurekê ku sala 2005’an ji sedî 5,95 e, di sala 2023’an de gihişt sedî 53,92’ê. Bi taybetî ji ber şewba Covîd-19 û bandorên mîna Şerê Ûkraynayê, enflasyona xurekê di nava saleke dawî de paş de ma. Endeksa Bihayên Xurekê ya Gerdûnî ku ji aliyê Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ve hat eşkerekirin, di nava salekê de ket sedî 21’î.
Wê demê enflasyona xurekê li Tirkiyeyê ku welatekî çandiniyê ye, çima evqas bilind e? Têkildarî vê yekê Berspirsê Polîtîkayên Aborî û Çandiniyê ya HDP’ê Ridvan Tûran ji ANF’ê re axivî.
Tûran diyar kir ku ew ne dijberê çandiniya bi plan in û got: “Lê têkildarî vê yekê gelek madeyên girîng ku daristanan eleqeder dike hene û ev madeyane pêşiya talana daristanan vedike. Îhtimala krîzê û rîskên ku AKP’ê bi salane ji polîtîkayên çandiniyê ya neolîberal afirandî, car din îhaleyî faktorên ji derveyî xwe tê dike. Yanî mîna ku ew ne berpirsê wê yekê ye. Em sosyalîst di aliyê plan çêkirinê de ne. Lê ne rast e ku plan çêkirin bi rengekî wiha burokratîk bê kirin. Yanî desthilatdariya ku dibêje başiya her tiştê em dizanin, car din di çandiniyê de jî dibêje em ê biryar bidin ku di çandiniyê de li ku derê wê çi bê çandin, çawa bê çandin û wê kî/ê biçîne.”
Tûran destnîşan kir ku sê xalên girîng ên çandiniyê hene û wiha got: “Yek ji van ewlehiya xurekê ye. Yanî sofreyên bêyî jehr in, yanî eger gotin di cih de be bêyî kîmyewî ye… Yek jî bawerîdayîna xurekê ye, yanî meseleya dayîna xurekan a ji bo mirovan e. Yan sêyem jî desthilatdariya xurekê ye. Ev jî daxwazeke demokrasiyê ya li dijî otorîteya navendî ye, daxwaza xwecihiyan e. Ji ber ku desthilatdariya xurekê tê wê wateyê ku cotkar wê bi xwe biryar bide ku çi biçîne, çawa biçîne. AKP desthilatdariya xurekê jî ji destê cotkaran distîne. Bi taybetî dibêjin ku em ê di vê çandiniya bi plan de, çandiniya bi peyman derxînin pêş. Çandiniya bi plan jî girêdayî rejîma yekzilamî ye.
Divê mirov van pirsan bike. Li Tirkiyeyê çima temenê cotkaran derketiye 55’ê? Li Tirkiyeyê qadên çandiniyê çima ji 26 milyonê kêmî 23 milyonî bûye? Çima hîna li bajarên Kurdan qedexeya zozanan dewam dike? Çima zirara ku ev polîtîkayên şer dide çandiniyê, ji nedîtî ve tên? Çima hejmara sewalên me kêm dibe?”
Ridvan Tûran anî ziman ku li cîhanê enflasyona xurekê dikeve, lê çima li Tirkiyeyê zêde dibe û ev tişt got: “Helbet divê bersiva vê yekê dayîn. Tirkiye di aliyê çandiniyê de, welatekî girîng e. Çima ev fiyat zêde dibin? Naxwazin bersiva vê yekê bidin. Hewl didin ku vê yekê li ser cotkaran bikin îhale. Çandiniya qedîm a erdnîgariya Enetoliyê û Mezopotamyayê, hat tunekirin. Ev çend sal in ez diqîrim; Tirkiye ber bi krîza xurekê ve diçe. Têkildarî vê yekê divê tedbîr werin girtin.”