'Divê em bikin ku dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî bê darizandin'

Nûnerê Tevgera Goran Meran Merawdalî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan li her derê dewam dikin û got, "Divê em belgeyên li ber destê xwe eşkere bikin û bikin ku dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî bê darizandin."

Di salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê de ku Kurdistan kir çar parçe, nerazîbûna partî û saziyên Kurdan a li dijî peymanê zêde dibe. Di 22-23'ê Tîrmeha 2023'an de wê li Lozanê Konferansek bê lidarxistin. Yek ji endamên Komîteya Amadekar a Konferansê nûnerê Tevgera Goran Meran Merawdalî ye.

Merawdalî diyar kir ku divê Kurd êdî yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin û ji bo konferansa du rojan a li Lozanê banga tevlîbûnê kir.

Merawdalî ragihand ku dewleta Tirk bi salan e li Kurdistanê komkujî û qirkirinê dike û anî ziman ku ji bo dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî bê darizandin li ber destê wan belgeyên têrker hene.

Merawdalî ragihand, eger yekîtiya neteweyî pêk were hingî darizandina Tirkiyeyê li dadgehên navneteweyî wê hîn hêsan be û têkildarî Peymana Lozanê got, "Lozan tê wateya qirkirin, komkujî, talan, asîmîlasyonê."

Merawdalî destnîşan kir ku Kurd ji gelên qedîm ên cografya Mezopotamyayê ye û got, "Bila hêzên navneteweyî zanibin ku her çend Kurdan bi çar parçeyan parçe bikin jî gelê Kurd yek netewe ye. Yekîtiya neteweyî daxwaz û armanca her Kurdekî ye. Ji bo vê jî divê Kurd li dora gotinên hevpar, piştevaniya neteweyî û yekîtiya neteweyî kom bibin. Divê em ji bo pêkanîna vê armanca 100 salî ya gelê Kurd bixebitin.

Em Kurd divê li ser du mijaran bixebitin. Ya destpêkê, vê yekê ji civaka navneteweyî re bibêjin; Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê yek netewe ye. Kes ne Kurdê Îranê ye, ne Kurdê Iraqê ye, ne Kurdê Tirkiyeyê ye, ne Kurdê Sûriyeyê ye. Ji ber ku Kurd yek netewe ye. Di vê mijarê de divê kar bê kirin. Mijara duyemîn jî ew e ku divê her Kurdek xwe weke welatiyekî çar parçeyên Kurdistanê bibîne."

Merawdalî di dawiya axaftina xwe de got, "Di sala 100'emîn a Lozanê de em şaşitiyên ku me di sedsala derbasbûyî de kir, dubare nekin. Divê em Kurd tifaqa xwe ava bikin."