Nebî Yavuz, piştî 30 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Tîpa M a Bafra ya Samsûnê hate berdan. Yavuz, duh di saetên êvarê de ji girtîgehê derket û îro jî hate Taxa Çîmentepe ya navçeya Konak a Îzmîrê ku malbata wî li wir dijî. Yavuz, li pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Konakê bi çîçekan hate pêşwazî kirin. Li gel malbata wî, her wiha Yavuz ji hêla Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê û gelek şêniyên taxê ve hate pêşwazî kirin.
'TÊKOŞÎNA ME BI BERXWEDANÊ MEZIN DIBE'
Yavuz, bi stranên Kurdî hate pêşwazîkirin û piştre jî axaftineke kin kir. Yavuz, wiha got: “Têkoşîna me ya zêdetirî 50 salan ji hêla bi dehhezaran mirovan ve tê domandin. Têkoşîna me bi saya ked û berxwedana gel didome. Tişta ku li girtîgehê em li ser pêyan girtin jî hêvî û bawerî bû. Vê, hêz da me. Di têkoşînê de ez şanaz û serbilind im. Serkeftin dê ya me be.”
Piştre jî Yavuz û kesên ew pêşwazî kirin bi meşê çûn mala malbata Yavuz.
Diviyabû 6 meh berê Nebî Yavuz bihata berdan.