HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Avaşînê şehîd bûne eşkere kir û got “Ev hevrêyên me yên ku milîtanên Apoyî bûn, peywir û berpirsyariyên xwe bi cih anîn û tevlî nav karwanê nemiran bûn.”
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Avaşînê şehîd bûne eşkere kir û got “Ev hevrêyên me yên ku milîtanên Apoyî bûn, peywir û berpirsyariyên xwe bi cih anîn û tevlî nav karwanê nemiran bûn.”
Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di êrîşa dijmin de ya ku di 7’ê Hezîrana 2023’an de li herêma Avaşînê pêk hat, hevrêyên me Endamê Fermandariya Eyaleta Avaşînê Devrîm Garzan û Sîdar Amed şehîd bûn. Hevrêyê me Devrîm demeke dirêj li herêma Avaşînê bû û di her kêliya têkoşînê de cih girt. Hevrê Devrîm ji Mamreşo heta Werxelê li gelek herêman li dijî dagirkeran têkoşîneke fedaî meşand û wekî fermandarên ciwan ên gerîlatiya serdema nû ketiye nav dîroka me ya têkoşînê. Hevrê Devrîm ku di demên herî dijwar ên êrîşên dagirkeriyê de ji bo sivikkirina barê hevrêyên xwe yên di çeperên berxwedanê de pêşengiya pêkanîna taktîkên gerîla yên serdema nû kir wî ala têkoşînê ya ku ji Cûmalî, Botan, Serhed û Çavrê mîrate maye, bi awayekî rast hilda jor.
Hevrêyê me Sîdar kurê mêrxas ê Amedê, bi tevlîbûna xwe ya fedaî ya di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ku bi îrade, bi biryar û coşeke mezin tevlî bû, di demeke kin de bû gerîlayekî jêhatî. Weke milîtanekî Apoyî, ew tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû, peywir û berpirsyariyên xwe bi cih anî û tevlî nav karwanê nemiran bû.
Em soz didin ku em ê xeyalên azadiyê yên gelê me yê ku xwedî têkoşerên wisa qehreman in bi cih bînin. Malbatên hêja yên hevrêyên me Devrîm û Sîdar di serî de, em ê sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Devrîm Garzan
Nav û paşnav: Bîlal Onat
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dê û bav: Latîfe - Cengîz
Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Hezîrana 2023’an / Avaşîn
Nasnav: Sîdar Amed
Nav û paşnav: Mazlûm Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Azîze - Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Hezîrana 2023’an / Avaşîn
DEVRÎM GARZAN
Bajarê Êlihê dema ku hîna Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di pêvajoya komê de bû, ji şehîdê me yê mezin ê destpêkê Hakî Karer dest pê kir û bi Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan dest bi têkoşîna şoreşê kir. Gelê me yê Êlihê yê welatparêz bi hezaran zarokên xwe yên bi wêrek tevlî Tevgera me kiriye û xwedî li şerê me yê hebûn û azadiyê derketiye. Dewleta Tirk a mêtinger ji bo ku rêxistinbûn û xwedîderketina li Kurdistanê tune bike, polîtîkayên şer ên taybet xistiye dewrê; ji bo gelê me û ciwanên me ji nirxên exlaqî dûr bike, hewl daye her cure qirêjiyê belav bike û her roja ku derbas dibe xwestiye van polîtîkayan zêde bike. Dewletê gelek komkujî pêk anîn. Gelê me yê welatparêz ê li Êlihê li dijî her cure êşkence û komkujiyan, li dora Tevgera me kom bûye û rêxistinbûna xwe domandiye.
Hevrêyê me Devrîm jî weke zarokekî hêja yê vî gelî, di nava malbateke welatparêz û koçer de hatiye dinê. Ji ber ku derdora wî û malbata wî welatparêz e, hevrêyê me Devrîm ji zarokatiya xwe ve Tevgera me nas kiriye. Hevrêyê me Devrîm ji ber ku ji xizmên wî tevlîbûnên nava têkoşîna me hebûn, li hemberî Tevgera me sempatî hîs kiriye. Lêgerînên xwe ji bo hîn baştir têkoşîna me nas bike, pêş xistiye. Gumanên destpêkê yên hevrêyê me Devrîm li dibistanên dewleta Tirk a mêtinger, bi neaxaftina zimanê xwe yê dayikê derketiye holê. Bi demê re polîtîkayên bişaftinê fêm kiriye û zaniye ku divê xwedî li nasname û çanda xwe derkeve. Li dijî polîtîkayên faşîzan ên dewleta Tirk, tevlî xebatên ciwanan bûye û di vê pêvajoyê de girîngiya rêxistinbûnê fêm kiriye. Li dijî polîtîkayên bişaftinê red kiriye ku li dibistanên dewletê bixwîne û xwedî li nasnameya xwe derketiye. Şoreşa Azadiyê ya Rojava ji bo hevrêyê me Devrîm bûye moralekî mezin. Bi sedan ciwanên me yên Kurd sînorên ku welatê me parçe dikin derbas kirin û li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Ev yek ji bo hevrêyê me Devrîm jî diyarker bûye. Hevrêyê me Devrîm lêgerînên xwe ji bo tevlîbûna nava refên gerîla zêde kir û bawer kiriye ku divê li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava wezîfeyên xwe pêk bîne. Li ser vî bingehî ji bo tevlî Şoreşa Azadiyê ya Rojava bibe, derbasî Rojava bûye. Di nava refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bi lez xwe pêş xistiye. Di warê leşkerî û îdeolojîk de bûye pispor, di pêvajoya gelek pêngavên li dijî DAÎŞ’ê de bi rengekî çalak li herî pêş şer kiriye. Bi cesaret û fedakariya xwe, takdîra hevrêyên xwe qezenc kiriye. Hevrêyê me Devrîm tevlîbûna gerîla her tim ji bo xwe weke armanc daniye û dest ji vê xeyala xwe bernedaye. Piştî îkna bû ku li Rojava wezîfeyên xwe bi cih aniye, biryara tevlîbûna nava refên gerîla daye û di sala 2017’an de tevlî nava refên gerîla bûye.
Hevrêyê me Devrîm li Avaşînê dest bi gerîlatiyê kiriye. Qîmet daye hevrêtiyê. Hevrêyê me Devrîm girîngiya parvekirinê baş dizanî û bi jiyana xwe ya komunal û kolektîf seknekî mîlîtanî ya mînak raber kiriye. Tecrubeyên ku di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bi dest xistî, bi hevrêyên xwe re parve kiriye; bi taybetmendiyên xwe yên dilnizm, fedakar û kedkar takdîra hevrêyên xwe qezenc kiriye. Ji bo bi îdeojiya Rêber Apo xwe perwerde bike, hewldanek mezin daye. Hevrêyê me Devrîm bi tevlîbûna xwe ya bi tempo, bi lez pêş ket û li gorî temen û tevlîbûna xwe berpirsyariyên mezin girtiye ser xwe. Di asta ku di Fermandariya Eyaletê ya Avaşînê de cih bigire, xwe pêş xistiye. Hevrêyê me Devrîm ku mîlîtanekî fedayî yê Rêber Apo ye, zaniye ku bi bi vê hêzê bi ser dagirkeran de biçe. Bi tarzê xwe yê xwedî encam, gelek çalakiyên li Avaşînê koordîne kiriye û di van çalakiyan de derbeyên mezin li dijmin xistiye. Ji bo Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bibe pratîk, gelek ked daye. Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, ji şerê tunelê heta tîmên bi tevger di hemûyan de cih girtiye, di bin şert û mercên giran de bi îradeya Apoyî li ber xwe daye. Hevrêyê me Devrîm di roportajek xwe de gotiye ku ji serkeftina taktîk û stratejîkî tecrubeyên mezin bi dest xistiye û baweriya xwe ya ji serkeftinê re aniye ziman. Sekna wî ya bi biryar û bi îdîa, bawerî daye hevrêyên wî yên di bin fermandariya wî de. Hevrêyê me Devrîm tevî temenê xwe yê ciwan dibe fermandarekî mezin, şehadeta wî em hevrêyên wî pir bandor kiriye û baweriya me ya ji serkeftinê re jî xurt kiriye. Di vê meşa pîroz de ku hevrêyê me Devrîm û bi hezaran şehîdên me ev rê vekirî ye, bîranînên wan wê mîna meşaleyê pêşiya me ronî bike û me bigihîne serkeftinê. Em soza xwe dubare dikin ku di şexsê hevrêyê xwe Devrîm de xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdên xwe derbikevin û bigihînin serkeftinê.
SÎDAR AMED
Hevrêyê me Sîdar li bajarê kevnar Amedê yê ku malovaniya gelek şaristaniyan kiriye, di malbateke welatparêz de hatiye dinê. Hevrêyê me Sîdar ku di nava malbateke welatparêz de mezin bû, ji zarokatiya xwe ve Tevgera me ya Azadiya Kurdistanê nas kir. Kesayetiya hevrêya me Sîdar ku yek ji ewladên serhildêr ên bajarê me yê kevnar Amed e ku bi serhildanên ku pêş xistî re serî li ber mêtîngeran netewand, li ser vê bingehê şekil girt. Ji ber gelê me yê welatparêz ê Amedê zarokên xwe yên herî hêja dişîne nava refên gerîla û bi berdêlên giran xwedî li vê têkoşînê dertê, hevrêyê me Sîdar gelek bandor kiriye. Ji bo ku hîn zêdetir tevgera me nas bike û weke ciwanekî Kurd erka xwe ya welatparêziyê pêk bîne, tevlî xebatên ciwanên şoreşger bûye. Hevrêyê me Sîdar ku li ser esasê xweparastinê xwe pêşxistiye, xebateke aktîf meşand. Ji ber ku bi awayekî çalak tevlî xebatan dibû bala dagirkeran kêşaye û dijmin ji bo ku ji tevgera me dûr bixe di sala 2011’an de ew girt. Hevrêyê me Sîdar ji ber israra xwe ya ji bo jiyankirina çand û nasnameya xwe 6 mehan di zindanên dagirkeriyê de ma. Di pêvajoya zindanê de tevî hemû zextên dagirkeran jî ji rastiyên ku dizanibû dûr neket û hêrsa wî ya li hemberî dijmin her ku çû mezin bû. Hevrêyê me yê ku polîtîkayên şerê taybet ên dijmin di pêvajoya zindanê de hê baştir derxist zanebûnê, bi dîtina bêexlaqiya ku dijmin bi taybetî dixwest di nava civakê de belav bike, biryar da ku têkoşîna xwe mezintir bike. Hevrê Sîdar ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava ji nêz ve şopand, di wê baweriyê de bû ku divê destkeftiyên gelê me yên li vir bên parastin. Bi dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê re hevrêyê me Sîdar di sala 2019’an de biryar da ku tevlî nava hêzên azadiyê yên Rojava bibe. Hevrêyê me Sîdar ê ku yekemîn perwerdehiya xwe li Rojava dît, ji bo bibe şervanekî jêhatî kedeke mezin da.
Hevrêyê me Sîdar ê ku lêgerîna xwe ya têkoşînê didomîne, şerê hebûn û tinebûnê yê ku Tevgera me di pêşengtiya Rêber Apo de dimeşîne de derxist zanabûnê. Li ser vê bingehê ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Bakurê Kurdistanê têkoşînek xurt meşand. Hevrêyê me fêm kir ku, bêyî azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me û serkeftina têkoşîna gerîla li ku dibe bila bibe hebûna Kurd di bin xeteriyê de ye. Li ser vê esasî fikirî ku divê tevlîbûna nava gerîla mezin bibe.
Hevrê Sîdar di wê baweriyê de bû ku divê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê weke milîtanekî xurt bersivê bide. Heqîqeta şehîdên me yên leheng ên ku bi îdeolojiya Apoyî bi fedaî li ber xwe dan û nehiştin dagirker derbas bibin û her roja berxwedanê veguherandin destanekê, hevrê Sîdar gelekî bandor kir. Çekên kîmyewî yên ku artêşa Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê bi kar anî, bombeyên qedexekirî û hemû rêbazên bêexlaq ên şer ên pêk anî, di biryara hevrêyê me Sîdar de diyarker bûn. Hevrêyê me li dijî êrîşên qirkirinê ji bo tolhildana şehîdan berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla dibe.
Hevrêyê me Sîdar ku bi baweriya xwe ya bilind a serkeftinê, moral û coşa xwe, bi helwesta xwe baweriyê dide hevrêyên xwe, bi cewhera xwe ya bi bawer û wêrek di nava hevrêyên xwe de derketiye pêş. Hevrêyê me Sîdar ê ku bi hewldan, coş û tevlîbûna xwe ya xurt tevî di nava têkoşîna gerîla de nû bû jî, bi têkoşîna xwe ya bênavber û bi hezkirina xwe ji hevrêyên xwe re bûye mînak. Hevrêyê me yê ku dixwest li eniya şer li dijî artêşa Tirk a dagirker şer bike, berê xwe da Avaşînê. Hevrêyê me Sîdar ji zû de gerîlatiya Modernîteya Demokratîk fêm kir û hewl da bike pratîkê. Bi serketî taktîkên serdemê pêk anî. Yek ji wan hevrêyên me yên pêşeng bû ku li Avaşînê di tunelên şer de derbên giran li dijmin xistibû. Dîsa di nava tîmên gerîlla yên çalak de cih girtiye û kariye pêşengiyê bike. Ala ku ji Cumalî Çorum û Çavrê Gelhat dewir girtibû bi têgihiştineke têkoşînê ya layiqî bîranîna wan bi rêk û pêk hilgirt. Bi îradeyeke mezin a Apoyî hemû meylên artêşa Tirk a dagirker ku sînoran nas nake ji holê rakir. Di şexsê hevrê Sîdar de em diyar dikin ku em ê bîranîna hemû şehîdên xwe bi cih bînin û soz didin ku bi misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ku armanca wan e, em ê armanca Kurdistana Azad bi ser bixînin."