Parêzeran ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd bibînin serî li rayedaran dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê dîlgirtî ne bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve nikarin bi ti awayî agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin.

Parêzer ji bo karibin Ocalan bibînin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê bersiv ji serlêdana wan re nayê dayin.