Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê lidar xist û rojeva jinê nirxand.
Çalagan destpêkê aktîvîsta jin a Kurd Halîde Dundar bi bîr anî, ku beriya sê rojan jiyana xwe ji dest da û diyar kir ku ew ê têkoşîna azadiyê ya Halîde ji cihê ku hiştiye mezin bikin.
Çalagan diyar kir ku wan pêvajoyeke dirêj a hilbijartinê li pey xwe hiştine û got, "Di vê demê de di serî de jin, gelê me, dilxwazên me, hevrêyên me yên têkoşînê gelekî kar kirin, ked dan. Em careke din spasiya hevalên xwe dikin ji ber keda ku wan dan. Weke ku me berê jî anî ziman, têkoşîna me ya azadiya jinê ne tenê hilbijartin e. Li hemberî desthilatdariya heyî em ê piştevaniya jinê, têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê mezin bikin û rêya xwe dewam bikin.
Li welatekî ku her roj tundî, cihêkarî, êrîşên nijadperestiyê, krîza aboriyê, xizanî, şer, rant, talan, tecrîd heye, em zanin ku têkoşîna me ya jinan çiqasî girîng e. Lewma em ê ji niha û pê ve jî bi vê berpirsyariyê tevbigerin. Em ê rêxistiniya xwe ya jinê mezin bikin û tevnên herî berfireh ên têkoşînê ava bikin.
Ji dema rakirina Peymana Stenbolê û vir ve herî kêm 642 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin, 373 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ev yek nîşan dide ku desthilatdarî li şûna pêşîgirtina li tundiya li jinê, polîtîkayên serweriya mêr mezin dike."
Çalagan destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên desthilatdariyê yên dijminatiya li jinan ew ê têkoşîna xwe li her derê bimeşînin û hem têkoşîna hevpar hem jî pğiştevaniyê mezin bikin.
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan bal kişand ser krîzên piralî yên li Tirkiyeyê û anî ziman ku yek ji sedemên vê jî bêguman neçareserkirinap irsgirêka Kurd, israra di şer de û polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê ye.
Çalagan got, "Di encama polîtîkayên tekperest û înkarê yên desthilatdariya AKP'ê de di serî de jin, tecrîd li ser tevahiya civakê hatiye ferzkirin. Binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û qedexekirina çalakiyên demokratîk ên gel, yekser pêwendiya xwe bi polîtîkayên tecrîdê re heye. Divê dawî li van polîtîkayên zordariyê bêne anîn û tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin."