Şenyaşar: Edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar ragihand ku ger di rûniştina 18’ê Tîrmehê de biryareke adilane neyê dayîn, wê nobeta edaletê bibin Enqereyê.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, têkildarê pêkanînên kêfî yên qeyûmên li Pirsûsê û doza Malbata Şenyaşar li meclîsê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Ferît Şenyaşar, di civînê de da zanîn ku qeyûmê şaredariya Pirsûsê keyayên ne aligirên wan ji peywirê girtiye û qeyûm tayînê şûna wan kirine û diyar kir ku qeyûm zext li Midûriyeta Perwerdehiyê kiriye û 20 mamoste bêyî hincet ji kar hatine avêtin.

Şenyaşar bi bîr xist ku ew û dayika xwe Emîne Şenyaşar ji ber komkujiyê ev du sal in bi daxwaza edaletê li çalakiya rûniştinê dewam dikin û wiha got: “Dayika min, li benda edaletê ye. Di 18’ê Tîrmehê de li Meletiyê wê doza Komkujiya Nexweşxaneyê bê dîtin. Ger di vê dozê de biryareke adîl neyê dayin, ez û dayika xwe, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê.”

Şenyaşar anî ziman ku ger biryareke adilane bê dayin ew ê dawiyê li çalakiya xwe bînin.