Pêkhateyên Komîteya Amadekar a Sarigaziyê têkildarî kesên di bîranîna Komkujiya Madimakê de hatin destgîrkirin û lêgerîna tazî û sîxûrtî lê hatiye ferzkirin, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em têkoşîna li dijî zext, kedxwarî û îşkenceyê mezin dikin!” hatibû vekirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî, Sekretea Şaxa ÎHD’a Stenbolê û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bûn.
Li ser navê komîteyê Devrîm Edepalî daxuyanî xwend. Edepalî, got ku desthilatdariya AKP’ê xwe bi rêya zext û zordestiyê li ser pêyan digire û wiha domand: “Êrişên desthilatdariyê didomin. Di dema bîranîna Madimakê de polîsan êriş kirin. Sedema vê jî weke wêneyê Îbrahîm Kaypakkaya nîşan dan. Bi bombeyên gazê û mertalan êriş kirin. Yek jê rojnamevan bi giştî 6 kes hatin destgîrkirin. Li dijî welatiyên pîr ên ji bombeyên gazê bibandor bûn û jinên li erdê dihatin kaşkirin, bênavber êrişên hovane kirin. Êşkenceya polîsan a li dijî hevalên me li qereqolê jî berdewam kir. Hevalên me li Qereqola Sarigaziyê ji pişt ve hatin kelepçekirin, berê wan da dîwar, lêgerîna tazî lê ferz kirin, tundiya psîkolojîk lê kirin û êrişên ku rûmeta mirovan binpê dike pêk anîn.”
Yek ji kesên hatin destgîrkirin Esra Bîlîcî bû ku rastî êrişa fîzîkî û lêgerîna tazî hat. Bîlîcî, wiha got: “Ev tundî hem li qereqolê û hem jî li nexweşxaneyê domiya. Polîsan got ku dixwazin lêgerîna tazî bikin û heke ez destûrê nedim jî dê bi darê zorê bikin. Min jî got ku ez vê qebûl nakim. Lewma dîsa êşkence li min kirin. Bi rastî jî tiştên di dema destgîrkirinê de bi serê me anîn, tiştên pir paşverû bûn. Em van qebûl nakin. Em ê giliyê van memûrên êşkence li me kirin bikin.”
Diyar Sarikuş jî got ku polîsan sîxûrtî li wî ferz kirine û wiha domand: “Em ê li hemberî tu zextan serî netewînin. Dema li taxê digerim, bêyî ku sedemek hebe li min digerin û dibêjin; ‘were em bi te re hevdîtinê bikin. Em têkiliyeke dostane çêbikin û were serdana qereqolê.’ Xwestin bi vî awayî pêywendiyan bi min re pêş bixin.”
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Ozgul Sakî jî got ku hewceye li dijî hewldana tecrîdakirina tevahiya civakê, têkoşîneke mezin û hevpar were dayîn.