ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Nûnerê YNK'ê Newzad Kareem got, li çar parçeyên Kurdistanê dibe ku partiyên cuda yên siyasî hebin, lê belê dema mijar yekîtiya neteweyî be divê her kes bi hev re tevbigere. Kareem diyar kir ku Kurd ji bo yekîtiya neteweyî dereng jî mane.

- Dewlet, fikir û pêşengên şoreşger ne tenê bi çekê tune dikin, ji bo karibin têkiliya wan a bi civakê re qut bikin, hewl didin navê pêşengên şoreşger jî bidin jibîrkirin, yan jî naverokê bidin valakirin.

- Nûnerê Tevgera Goran Meran Merawdalî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan li her derê dewam dikin û got, "Divê em belgeyên li ber destê xwe eşkere bikin û bikin ku dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî bê darizandin."

- Nivîs û nameyên ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş ên ku li Zindana Amedê nivîsî bû, ji aliyê weşanên Serxwebûnê ve bi rengê pirtûkê hatin weşandin.