Mafê parastina bi zimanê zikmakî, serbestiya weşan û çapemeniyê bi zimanê zikmakî, îbadet bi zimanê zikmakî, mafê bipêşvebirin têkiliyên civakî û bazirganiyê de, di nav xala 39’emîn a Peymana Lozanê de hene lê ev maf tu car ji bo Kurdan nehatiye qebûlkirin.
“Xal 39/4- Di têkiliyên arizî ya jî bazirganiyê de, di ol, çapemenî ya jî di her warê weşanê de û di civînan de, wê tu sînor li ber bikaranîna ziman bi serbestî ya tu welatiyekê/e Tirk neyê danîn.
39/5: Tevî hebûna zimanê fermî ya bêyî guman, ji bo welatiyên Tirk ku bi zimanên din diaxivin, ji bo li ber dadgeran bi devkî bikarin zimanê xwe bi kar bînin û çi hêsaniyek bivê wê bê nîşandan.”
Ev xal, di nav Peymana Lozanê de ye ku 24’ê Tîrmeha sala 1923’yan hatiye îmzekirin. Lozan ji bo Kurdan, xaleke werçerxê ye ku pê di asta navneteweyî de perçekirina Kurdistanê hatiye rewakirin, nivîsarek e ku divê mirov bi hûrgulî pê de bikeve.
Peymana Lozanê, nivîsarek e ku mafê parastina bi zimanê zikmakî nas dike. Kurdan, ev maf bi grevên birçîbûnê yên sala 2013’an bi xala 39’emîn mîsoger kiriye. Ne bi tenê mafê parastina bi zimanê zikmakî, weşan û çapemenî bi zimanê zikmakî bi serbestî, îbadet bi zimanê zikmakî, bipêşvebirina têkiliyên civakî û bazirganiyê jî di nav vê xalê de ne.
XÊRA YÊ BI TIRKÎ NEZANE, NÎN E
Di dîroka komarê de, dozek ji dozên pêşîn ku parastin bi Kurdî hatiye kirin, doza berxwedana Şêx Seîd e. Belgeyên dozê, ew qas hewil hat dayîn, lê hêj bi temamî derneketine holê. Bibîranînên erkdarên dewletê, hin zabitên dadgehan in ku dewletê xwestiye bên zanîn. Hikumetê mafê parêzertiyê nedaye yên hatine darizandin, lê ji hin çavkaniyan diyar e ku hin kesên ji doza li Dadgeha Îstiqlalê ya Şerqê hatine darizandin, bi rêya tercûmanan parastina xwe bi Kurdî û Erebî kiriye. Dadgeha Îstiqlalê ya Şerqê ya li Amedê ku ji heman şandeyê pêk hatiye, salek bi şûn de, dema darizandina ciwanekê Kurd ku bi qedexeya derketina derve ya sala 1926’an nekiriye, pirsên şandeyê nebersivandine, şandeya dadgehê helwesta ciwanî ‘’siyasî’’ dîtiye, bi pişt re hatiye zanîn ku ciwan bi Tirkî nezaniye lê dîsa biryara bidarvekirina wî hatiye dayîn. Serdozgerê Dadgeha Îstiqlalê ya Şerqê Ahmet Sureyya Orgeevren, di bibîranînên xwe de wiha behsa bûyerê dike: “Rojekê ciwanekê Kurd anîn dadgehê. Dadgeran ew da ber pirsan. Hat zanîn ku bi Tirkî nizane, dadger bi hev şêwirîn û biryara bidarvekirina ciwan dan…” Orgeevren, nivîsiye ku serokê dadgehê Mazhar Mufît Kansû wiha gotiye: ‘’Xêra yê bi Tirkî nezane, ji welêt re nîn e.’’
Dadgeha Îstiqlalê ya Şerqê, di salên 1925-1927’an de 5 hezar û 55 kes darizandine; di çarçoveya 956 dosyeyan de 798 biryarên bêyî mafê îtirazê dane, 2 hezar û 663 kes hatine berdan, 435 kes hatine bidarvekirin û bi sedan kes jî hatine sirgûnkirin. Ji van darizandinan, ji ber zimanê zikmakî îfadeyên çend kesan nehatiye girtin, nayê zanîn. Tu helwesteke hevgirtî nîn bûye û hikumên qanûnan bi cih nehatine anîn. Ev, di bibîranînên erkdarên dewletê yên mîna Ahmet Sureyya Orgeevren de pir derdikevin pêşberê mirov. Ji ber ku bi Tirkî nezaniye, ceza li gelek kesan hatiye birîn.
Têkildarê Kurdî, mirov pêkanînên demkî, şexsî û kêfî di van bibîranînan de dibîne, lê bi zêdebûna polîtîzebûna Kurdan, mirov dibîne her ku çûye helwesteke faşîzane li dijî Kurdî hatiye nîşandin.
DARIZANDINÊN SERDEMA 12’Ê ÎLONÊ
Piştî 12’ê Îlonê yê kir ku daxwaza parastina bi zimanê Zikmakî di zabitnameyên dadgehan de bi cih bibe û mijar bir qada di navneteweyî re derxist Mehdî Zana ye. Mehdî Zana ku girtî bûye, di roportajeke xwe de ku daye rojnamevan, ji ber ku gotiye PKK, rêxistinek e ku ji bo xelasiya neteweyî têdikoşe, bi sûcbariya ‘’parastina çalakiyeke ku qanûn sûc dibînin’’ doz lê hatiye vekirin, di rûniştina doza xwe de ku 25’ê Çileya sala 1991’ê hatiye darizandin, daxwaza wî ya parastina bi Kurdî hatiye redkirin. Şandeya dadgehê, wek ku Zana dev ji mafê xwe yê parastinê berdabe hesab kiriye. Mehdî Zana, binpêbûyîna mafê bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, bi boneya ku ‘’Mafê parastinê binpê kiriye’’ DMME’yê sala 1997’an Tirkiye mehkûm kir.
SEKINA SIYASÎ DI DOZA BINGEHÎN A KCK’Ê DE
Siyasetmedarên ku sala 2010’an di bin navê ‘Doza Bingehîn a KCK’ê’ de dihatin darizandin, gava xwendina navan a serokê dadgehê, ku bersiva ‘’Ez li vir im’’ da, en hendîkap ket rojeva Tirkiyeyê. Helwesta dayîna îfadeya xwe bi zimanê zikmakî ku di girtîgehan wek pêngavekê dest pê hat kirin, kir ku hiqûqnas cardin li makezagonê bikolin û bibin sedem ku mijar bikeve rojeva meclisê. Di makezagonê de tu astengî li ber parastina bi Kurdî nîn bû, redkirina parastina bi Kurdî, bi ser de dihat wateya binpêkirina mafê darizîna bi adilî. Prof. Baskin Oran, hingê xala 39’emîn a Peymana Lozanê bi bîr xist û got ku redkirina parastina bi zimanê zikmakî, ne bi makezagonê û hiqûqa navneteweyî, lê bi Peymana Lozanê re ku peymana avabûna Tirkiyeyê, li hev nayê, ji sala 1923’yan ve mafekê wiha yê Kurdan ê bi peymaneke navneteweyî mîsogerkirî heye.
ŞANDEYÊN DADGEHAN LI BER RABÛN
Tevî van hemû tiştan, şandeyên dadgehan ku daxwaza parastina bi zimanê zikmakî terorîze kir, man li hêviya helwesta hikûmetê û daxwaz sê salan bi cih neanî û ji ber îfade nehatin girtin dadgeh xitimîn. Li zabitnameyên dadgehan bi dehan îfadeyên îbretî yên têkildarê redkirina daxwaza parastina bi zikmakî ku wê bikevin dîroka hiqûqê, hatin nivîsîn. Bo mînak; “Ji ber ku bi zimanekê nayê zanîn û lê tê fikirîn ku Kurdî ye, axivîn, nabe ku mirov îfadeyên wan bigire.”, “Ji ber ku hatiye famkirin ku bersûc ji Tirkî fam dike û dikare biaxive”, “Tevî ku bi Tirkî dizanin, ji ber ku ji xeynê zimanê fermî dixwazin parastina xwe bi zimanekê din bikin, daxwaza wan di çarçoveya qedexeya bikaranîna wî mafî de ye ku di xala 17’emîn a PMME’yê de ye”, “Tevî ku dizane merema xwe bi Tirkî bibêje”, “Ji ber ku dixwaze bi helwesteke siyasî parastina xwe bi Kurdî bike” û wd.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊYÎ DEM Û DORVEGER
12’ê Îlona sala 2012’yan, 483 girtiyên PKK’î û PJAK’î, bi daxwaza başkirina şertên girtîgehê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bikaranîna Kurdî wek zimanê zikmakî di her war û karî de, dest bi greva birçîbûnê ya bêyî dem û dorveger kir. Girtî, kom bi kom tev li grevê bûn, çalakî geş bû, 68 rojan li ber xwe da û bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyan dawî lê anî. Piştî ku derketina nûçeyên têkildarê destpêbûna pêvajoya mizakereyê û qebûlbûna daxwazên greva birçîbûnê, “mafê parastina bi zimanê zikmakî” 24’ê Çileya sala 2013’an bi qanûna 6411’an qanûnî bû. Di vê pêvajoyê de kesê pêşîn ku bi rêya tercûman parastina bi Kurdî kir, Şaredarê Êlihê Necdet Atalay bû ku ji ‘Doza KCK’ê ya Bingehîn’ dihat darizandin. Qanûn, ji ber ku hêj di rojnameya fermî de nehatibû weşandin, tercûman bi fermî tayînê dadgehê nehatibû kirin û tercûma parastina Atalay, parêzerê wî Mûstafa Yildiz kir.
Li gor qanûnê, dewlet, bi hinceta “Bersûc bi Tirkî dizane lê ji ber ku bi zimanê dikare xwe baştir îfade bike dixwaze biaxive û bi Tirkî naaxive” lêçûna tercûman neda. Tercûmanan xwe pir gihand parêzeran, lê lêçûna tercûmaniyê ji kesê/a tê darizandin hat xwestin.