Hevseroka KESK'ê: Zêdekirina mûçeyên karmendan ji niha ve bê kêr bû

Hevseroka KESK'ê Şukran Kablan Yeşîl anî ziman, zema ku tê payin di meha Tîrmehê de ji bo kedkarên cemaweriyê bê kirin, hîn neketiye bêrîka kedkaran ji niha ve bêwate bûye.

Hevseroka KESK'ê Şukran Kablan Yeşîl diyar kir ku mûçeyê karmendên cemaweriyê yê herî kêm divê di ser sînorê xizaniyê re be û got, "Şert û mercên jiyaneke bi mirovî, jiyaneke kar a bi ewle bi têkoşînê dibe."

Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan Yeşîl ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku hem li ser mûçeyan hem jî mafên civakî soz ji kedkarên cemaweriyê re hatin dayin. Yeşîl bi bîr xist ku di dema hilbijartinê de ji bo wergirtina dengan soz hate dayin ku wê mûçeyê kêmtirîn ê kedkarên cemaweriyê bigihînin asta 22 hezar TL'yî, li cemaweriyê dawî li mulakatê bînin, ji kedkarên cemaweriyê re alîkariya kirê bê dayin û got, "Dema ku mirov li rêveçûna pêvajoyê dinihêrin, dibînin ku desthilatdarî samîmî nîne. Niha li Tirkiyeyê mûçeyê herî kêm ê kedkarên cemaweriyê 11 hezar û 700 TL ye û di wê astê de ye ku mûçeyê kêmtirîn beriya çend rojan hate eşkerekirin. Mijara guhertina mûçeyên kedkarên cemaweriyê yên beriya cejnê hate gotin, nexistin rojeva Civata Giştî ya Meclîsê."

POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ KEDKARAN

Hevserok Yeşîl bal kişand ser sînorê birçîbûn û xizaniyê û destnîşan kir ku 22 hezar TL mûçeyê herî kêm ê kedkarên cemaweriyê têrê nake. Yeşîl got, "Li gorî rewşa ku her roj buha dihele, hêza me ya kirînê kêm dibe û sîstema bacê ya newekhev, zêdebûna mûçeyê kedkarên cemaweriyê beriya ku bikeve bêrîka kedkaran wê bêkêr bibe. Her wiha nîşan dide ku polîtîkayên aboriyê yên nû wê li aliyê sermayeyê be û li dijî kedkaran be."

TÊKOŞÎNA JI BO JIYANEKE MIROVÎ

Hevgseroka KESK'ê Şukran Kablan Yeşîl diyar kir ku hewldana ji bo bilindkirina mûçeyê kedkarên cemaweriyê yên herî kêm bi 22 hezar TL'yî bi wate ye, lê belê têrê nake û got, "Li gorî me divê mûçeyê herî kêm ê kedkarên cemaweriyê di ser sînorê xizaniyê re be, ku ji bo jiyaneke mirovî girîng e. Ber bi peymana giştî ya serdema 7'an ve em dixwazin ku konfederasyon hemû berjewendiyên kedkaran ji xwe re bikin karê sereke û bi vî rengî li dora maseyê rûnên. Şert û mercên jiyaneke mirovî û karekî bi ewle bi têkoşînê dibe. Lewma em bang li kedkarên cemaweriyê hemûyan dikin ku vê têkoşînê mezin bikin."