Milîsên KBDH'ê agir berdan tankên LPG'ê
Milîsên KBDH'ê ragihandin ku di salvegera şehadeta gerîlaya PKK'ê Zîlan de li Tarsûsê li febrîqeyekê çalakiya sabotajê kirine.
Milîsên KBDH'ê ragihandin ku di salvegera şehadeta gerîlaya PKK'ê Zîlan de li Tarsûsê li febrîqeyekê çalakiya sabotajê kirine.
Milîsên Zeynep Kinaci yên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinê (KBDH) ragihand ku bi wesîleya salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) çalakiya fedaî kirine.
Têkildarî çalakiyê ev agahî hatin dayin:
"Milîsên me 22'ê Hezîranê saet di 17:00 de li navçeya Tarsûsê ya Mersînê, çalakiyeke sabotajê li hemberî febrîqeyekê hate kirin. Agir bi tankên LPG'ê hate xistin ku li hewşa febrîqeyê ya li taxa Yenîceyê ye. Bi teqîna tankan re panîkeke mezin rû da. Em bi rengê Zîlan ber bi serketinê ve dimeşin. Ala ku me ji şehîdên xwe wergirtî ne, wê ti carî nekeve."