Milîsên HBDH’ê li Mêrsînê li wesayîta zirxî xistin

Milîsên HBDH’ê li Mêrsînê di salvegera şehadeha şehîd Zîlan de, li wesayîta zirxî ya dewleta Tirk xistin.

Milîsên Bager Mîlîtan (Kemal Bûdak) ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Mêrsînê çalakî lidar xistin.

Milîsan daxuyanî da û got: “Faşîzm encex ji şîdeta şoreşgeran fêm bike. Encex bi têkoşîna çekdarî wê hilweşe.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Milîsên me li dijî dijminê faşîst ku êrîşên xwe zêde dike, li her derê çalakiyên bi bandor dike. Em di kêliyên ku dijmin ne li bendê de, derbeyan lê dixin. Em dizanin ku cendereya zextê encex bi vê riyê wê bişkê!

Di vê riyê me ruhê şehîdên xwe, nemirên xwe wergirtiye. Em ji bo wan lê dixin, bi wan re lê dixin!

POLÎSEKÎ TIRK BIRÎNDAR BÛ

Weke Milîsên Bager Mîlîtan (Kemal Bûdak) ên HBDH’ê me ji bo şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) li Mêrsînê li dijmin xist.

Şeva 25’ê Hezîranê derdora saet di 22.30’an de, me wesayîta zirxî ya li Taxa Akdenîz Sîtelerê dewriye digeriya kir hedefa xwe de. Me bi êrîşa bi bombe û bi çek êrîşî wesayîtê kir. Di encama çalakiya me de polîsek birîndar bû. Piştî çalakiya me ya serkeftî, gelek wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê û gule berdan derdor. Milîsên me bi rengekî bi ewle ji qada çalakiyê hatin.”