HDK’ê bertek nîşanê tecrîdê û girtina Yanardag da

HDK’ê diyar kir ku girtina rojnamevan Merdan Yanardag nehiqûqiya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan daye, nabe ku mirov qebûl bike û got: “Di şexsê Abdullah Ocalan de, azadiya gelên Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk tên tecrîdkirin.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarê Gerînendeyê Giştî yê TELE1’ê Merdan Yanardag ku ji ber gotinên xwe yên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girtin, bi nivîskî daxuyanî da.

HDK’ê dest nişan kir ku kirina dengê xwe ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, berpirsyariya her kes û saziyê ye ku mafên mirov ên gerdûnî qebûl dike.

HDK’ê diyar kir ku tecrîd hem nehiqûqî ye hem jî siyasî ye û ev tişt got: “Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de azadiya gelên Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk tên tecrîdkirin. Rêzdar Merdan Yanardag bi berpirsyariya xwe ya rojnamevantiyê gotinên ku pê balê bibe ser tecrîdê kirine û girtina wî nabe ku mirov qebûl bike.”