Rojnamevan Merdan Yanardag hate girtin

Gerînendeyê Weşana TELE 1’ê Merdan Yanardag ku ji ber tecrîda li Îmraliyê rexne kir hatibû destgîrkirin, hate girtin.

Gerînendeyê Weşana TELE 1’ê Merdan Yanardag di bernamayeke televîzyonê ya tevlêbûyî de têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîbû. Yanardag ê hedef hate nîşandan duh hatibû destgîrkirin. Yanardag, ji bo kirariyên îfadeyê anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Yanardag ê bi îdiayên "pesindayîna sûc û sûcdar" û "propagandaya rêxistinê" îfade da ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Dadgehê biryara girtina Yanardag da.