ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li hemberî êrîşan wê bêne şopandin.
- Pîrozbahiyên Cejna Qurbanê û serdana goristanan wê werin şopandin.
- Cemîl Bayik anî ziman ku piştî hilbijartinê êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û siyaseta demokratîk zêde bûn û got, "Dixwazin Tifaqa Ked û Azadiyê ji holê rakin. Di vê pêvajoyê de divê mirov hîn bêhtir xwedî li projeya Rêber Apo derkevin."
- Gerîlayên jin diyar kirin ku xeta Zîlan xeta fedaîtî û azadiyê ye û gotin, gerîla bi vî ruhî û vê mîrateyê li ber xwe didin.
- Gundên Avzerk, Axruk, Reşkan, Xirabsorek ên li ser sînorê Wanê di asta ji sedî 70'yî de hatin valakirin. Penaberên Efgan li malên vala têne bicihkirin.
- Medenî Orak heta ku di 22'ê Kanûna 2015'an de li Nisêbînê şehîd bikeve, yek ji pêşengên şerê gel ê şoreşgerî bû. Tevlîbûna wê asta hişmendiya tolhildanê bû.
- Li bajarê Wîntherthûr ê Swîsreyê 2'ê Tîrmehê wê festîvala zarokan bê lidarxistin. Festîvala ku cara yekê pêk tê, bi her awayî wê bi înîsiyatîf û biryara zarokan bê lidarxistin.