ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên li dijî vê yekê wê werin şopandin.

- Bi wesîleya Cejna Qurbanê wê pîrozbahî bêne lidarxistin û serdana goristanan bêne kirin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku tecrîd û bêhiqûqiya li Îmraliyê ne tenê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, di heman demê de li hemberî Kurdan hemûyan û hêzên demokrasiyê ye.

- Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê Mûhîttîn Mûgûç ragihand ku tecrîd ji avabûna komarê û vir ve li Kurdan tê ferzkirin û got, "Ji roja ku gelê Kurd ji pozîsyona damezrîner û hêmanê esasî hatin derxistin û vir ve tê tecrîdkirin."

- Kurdistanî wê bi meş û Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê careke din nîşan bidin ku ew Peymana Lozanê rewa nabînin, red dikin.