Komkujiya Roboskiyê: Heta ku em edaletê pêk tînin, em ê bi rehetî nerazên
Di 138’emîn meha Komkujiya Roboskiyê de, li Enqereyê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Heta roja ku em edaletê pêk bînin, em ê bi rehetî ranezên.”
Di 138’emîn meha Komkujiya Roboskiyê de, li Enqereyê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Heta roja ku em edaletê pêk bînin, em ê bi rehetî ranezên.”
Di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên artêşa Tirk li navçeya Roboskiyê ya Şirnexê welatî bombebaran kiribûn û di encamê de 19 jê zarok bi giştî 34 welatî hatibûn qetilkirin. Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskiyê di meha 138’emîn a Komkujiya Roboskiyê de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin! Roboskî, careke din bila pêk neyê!” hate vekirin.
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen di daxuyaniyê de axivî û got ku bi salan e daxwaza edaletê ya xizmên qurbaniyên Roboskî nehatine bicihanîn.
Çevîrmen, anî ziman ku li gel ku bi ser komkujiyê re sal derbas bûne jî hê faîl tên parastin û wiha domand: “Komîsyona ji bo lêkolînkirina komkujiyê hatibû avakirin, rastî bi awayekî zelal dernexist holê. Darazê jî li şûna edaletê pêk bîne, bi cezanekirinê xelat kir. Lê rastiyek heye ku weke malbat, parastvanên mafan û rêxistinên hiqûqê em ê dev ji vê dozê bernedin. Em ê her tim daxwaza edaletê bikin û her meh bangên xwe dubare bikin. Em ê bixwazin ku faîl bên diyarkirin û cezakirin. Berpirsyar nehatin darizandin û edalet pêk nehat. Tu komkujiyên ku faîlên wan peywirdarên dewletê ne, nehatine ronîkirin. Hinek doz hatin vekirin lê ew jî ber demborînê ketin. Tu faîl nehatin darizandin û derneketin pêşberî dadger. Mexdûr ji bo edaletê li korîdorên edliyeyê geriyan û faîl jî hatin xelatkirin. Hewl didin çendek dozên mayî jî ber demborînê bixin.”
Çevîrmen, axaftina xwe wiha qedand: “Li şûna parastina mafê jiyanê, dewlet faîlên komkujiyê diparêze. Qetilkirina zarok û ciwanên li pey debara xwe ya bi bombeyan, bo wan tu girîngiya xwe nebû. Roboskî, sembola pêşxistina pêkvejiyanê ye. An divê gavên ku wijdana xelkê Roboskî û hemû Tirkiyeyê rihet dike bên avêtin, an jî wê cihê xwe di hafîzeya qirêjî de bigirin. Tu komkujî nikarin xwe ji darizandinê rizgar bikin. Îro nebe jî sibe teqez wê hesaba wê were pirsîn û berpirsyar bên darizandin. Peywira esasî ya dewletê ne astengkirina darizandinê lê rakirina astengiyên li pêşiya wê ne. Heta ku edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyeyê jî. Heta ku em edaletê pêk neyînin jî em ê ranezên û em ê nehêlin ku hûn bikarin razên.”